MKP'ê Kaypakkaya bi bîr anî

MKP'ê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî û diyar kir, "Dijminê ku di êşkenceyê de têk çû û neçar ma, qetilkirina hevrê Kaypakkaya ji xwe re weke çare dît."

Komîteya Navendî/Buroya Siyasî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP), bi wesîleya salvegera 46'an a qetilkirina pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya daxuyaniyek weşand.

Di peyamê de hate destnîşankirin ku Kaypakkaya destana raperîna sor e û hate gotin, "Di pêvajoya têkoşînê ya çend salan de ku şahidî ji pratîka xurt a têkoşînê û helwesta lêkolînê ya zanistî re kir, di têkoîn û berxwedana karkeran û tevger û raperîna gundiyan de bû şervanekî her timî."

'PIŞTÎ ÊŞKENCEYÊN GIRAN TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Kaypakkaya ala komunîzmê ji nû ve li ba da û hate gotin, "Li zindanên Amedê 3,5 mehan êşkenceyên giran lê hate kirin. Dijminê ku bi êşkenceya xwe têk çû û neçar ma, qetilkirina hevrê Kaypakkaya ji bo xwe weke çare dît... Hevrêyê me yê damezrîner Kaypakkaya 18'ê Gulana 1973'an hate qetilkirin û tevlî karwanê nemiran bû."

'ISRARA ME YA JI BO ŞOREŞÊ DIDOME'

Di peyama MKP'ê de hate gotin, "Partiya me li gel sê têkçûnên rêxistinî û derbên giran israra xwe ya di şoreşê de domand. Ji bo şoreşa sosyalîst, bi pêşvebirina Şerê Gel ê Sosyalîst, xeta xwe ya komunîst didomîne."