Mizrakli: Em natirsin, serî natewînin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku 200 roj e girtî, nameyek nivîsî û diyar kir ku ew qet jovan nebûye û serî natewîne.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku 200 roj e girtî, nameyek nivîsî û diyar kir ku ew qet jovan nebûye û serî natewîne.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji erkê hate girtin ku 200 roj e rehîn tê girtin, ji Girtîgeha Bunyan a Kayserî nameyek nivîsand.
Mizraklî got: “Ev 200 roj in, yên baweriyê tim bikar tînin, her rojê dibêjin adil in, ji ber pêkanîna wan a hiqûqa dijmin û tenê edalet ji bo wan bi mafe, li girtîgehê me. Ger ku hûn bêjin ji mayîna li girtîgehê jovan e yan ne, ez ê bêjim QET ne jovan im.”
Ji ber ku em ên weke lêgerînvanên heq û edaletê, me dizanî ku her kesên ku ji bo wekhevî û azdiyê têkoşînê dikin, wê werin bêdengkirin, ji ber têkoşîna ku dikin wê berdêlên mezin bidin. Eem ji bo maf bi gel re têkoşîn kir. Ev gel bi sedê salan eev gel berdêlên mezin didin. Em ji berdêldayînên wiha ne xwerîbin.”
Mizrakli diyar kir ku tevî ku AKP ev 18 sal in li ser desthilatê ye li gorî wan weke ku tim muxalefetî dikir, bi rondikên derewîn dixwestin rejîma yek kesî ava bikin.
Mizrakli diyar kir ku di çavê desthilatê de hema bêje ji sedî 60’ê civakê ‘xayînin’ û wiha domand: “Ev 200 roj in li girtîgehê me, dibe çend 200 roj din jî girtî bimînim. Ji ber ku li welatê me bi hezaran kes ji heq û edaletê dûr in, tenê ji ber ku muxalîfin, serî li ber desthilatê natewînin li girîtîgehan in. Tevî vê hemûyê jî em dev ji heq û edaletê bernadin. Ji ber vê yekê em ji 200 rojên girtî ne jovan in. Jovan jî nabin. Ji bo pêşîgirtina zilmê dayîna hemû berdêlan jî deynê me ye. Ji niha û şûn ve jî amade ne. Em ji vê natirsin û serî natewînin.”