Mizgefta Ehmedê Xanî kongreya xwe pek anî

Mizgefta Ehmedê Xanî ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, kongreya xwe pêk anî.

Mizgefta Ehmedê Xanî ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, kongreya xwe pêk anî.

Mizgefta Ehmedê Xanî ya ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê mizgeftê Yadîn Atabey ve hat kirin.

Piştre dîwan hat hilbijartin û Mele Evdille dest bi xwendina Quranê kir.

Di dewama kongreyê de raporên malî û xebatê hatin xwendin û piştî nirxandinan rapor hatin qebûlkirin.

Di encama hilbijartinê de jî di nava Desteya Rêveber a ji 15 kesan de 7 jinan cih girtin. Yadîn Atabey û Semra Temel jî ji bo hevserokatiya mizgeftê hatin hilbijartin.