Mîtîngên li Ewropayê yên ji bo HDP'ê zêde dibin
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, ku faşîzma AKP'ê di şexsê hevserok û parlamenterên HDP'ê de didomîne, li gelek welatên Ewropayê meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin.
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, ku faşîzma AKP'ê di şexsê hevserok û parlamenterên HDP'ê de didomîne, li gelek welatên Ewropayê meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin.
Li Parîs, Koln, Berlîn, Zurîch, Madrîd, Pîsa, Graz, Salzbûrg û Den Haagê bi deh hezaran kes daketin qadan.
LI ZURÎCHÊ 10 HEZAR KES LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'Ê MEŞIYAN
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, bi hezaran Kurdistanî, nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî û hêzên çep-sosyalîst meş û mîtîng hatin lidarxistin. 10 hezar kesên tevlî çalakiyê bûn, bi qîrîna dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Faşîst AKP" meşiyan. Di dema çalakiyê de ji bo demeke kurt di navbera faşîstên Tirk û ciwanên Kurd de alozî derket. Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin û çalakgeran ji Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî xwestin, li dijî faşîzma Erdogan danekirina li ser Tirkiyeyê ferz bikin.
MADRÎD
Li paytexta Spanya Madrîdê, li ser banga Komîteya Rojava û Piştgiriya Gelê Kurd, bi sedan Kurd û çepgirên Spanyayî heta Konsolosxaneya Tirk meşiyan û neheqiya li HDP'ê tê kirin, şermezar kirin. Polîsan nehiştin girseya gel xwe bigihînin ber konsolosxaneyê. Li cihekî nêzî avahiyê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku Kurd wê vîna xwe radestî biryara faşîst a Erdogan ê dîktator neke.
GELEK SAZIYÊN LI DEN HAAGÊ ÇALAKIYEKE HEVPAR LIDAR XISTIN
Girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 7 parlamenterên HDP'ê, li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin. Mîtîng li pêşiya Şaredariya bajêr pêk hat û tevî nûnerên gelek sazî û partiyên siyasî, 2 hezar kes tevlî bûn. Mîtîng ji aliyê DEM-NED, HTÎB, HAKDER, VEKSAV, HTÎF, SYKP, HDK-Hollanda û Tevgera Jinên Kurd li Hollanda ve hate organîzekirin. Qisekeran xwestin parlamenter û hevşaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin, derhal bên berdan.
CIWAN KETIN HUNDIRÊ BALAFIRGEHA PÎSA
Ciwanên Kurd ji bo xwedî li HDP'ê derkevin, ketin hundirê balafirgeha Pîsa ya Îtalyayê û çalakiyek lidar xistin. Bi qasî 30 ciwanên Kurd li vê derê dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" qîriyan. Piştre li ser armanca çalakiya xwe agahî dan.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, saet di 16:30 de li Grîesplatzê meşekê dest pê kir û heta Schlossbergplatzê dewam kir. Li vê derê daxuyanî hat dayîn û daxwaza berdana parlamenterên HDP'ê hat kirin. Her wiha ji raya giştî ya navneteweyî û dewletên Ewropayê jî hat xwestin, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û ji bo berdana parlamenteran gavên dîplomatîk bavêjin. Gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Awûstûryayî jî, weke Partiya Komunîst, Partiya Keskan, Ciwanên Sosyalîst û Fûnke piştgirî dan çalakiyê. Di dema meşê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û li ser zextên li HDP'ê tên kirin, raya giştî hat agahdarkirin.
SALZBÛRG
Li bajarekî din ê Awûstûryayê Salzbûrgê, bi heman armancê mîtîngek li ber Haûptbahnhofê bi beşdariya 200 kesî hate lidarxistin. Çalakgerên li vir axivîn, êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar kirin û xwestin siyasetmedarên hatine girtin derhal bên berdan. Her wiha helwesta Ewropayê jî hat rexnekirin û jê hat xwestin, bi lezgînî dest li Tirkiyeyê werde.
TORONTO
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, ketin hundirê Balafirgeha Navneteweyî ya Toronto û operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesr li dijî HDP'ê dimeşîne, şermezar kirin. Çalakî bi beşdariya bi sedan Kurdan pêk hat. Di vê çalakiya rûniştinê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd li Toronto Gurkan Ormangoren axivî û anî ziman, tevî karên dîplomatîk ew ê çalakiyên xwe yên girseyî jî bidomînin.
LONDON
Li paytexta Îngilîstan Londonê, çalakiyek bi şiyara "Destê xwe ji HDP'ê vekişîne" hate lidarxistin. Bi hezaran kesên tevlî çalakiyê bûn, nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê dan. Bi hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyî tevî sendîkavan û aktîvîstên Îngilîz duh êvarê li ber avahiya televîzyona BBC a li Oxford Cîrcûsê li hev civiyan. Çalakgeran dan xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê di mijara binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqê de gihîştiye asta herî bilind û gotin, bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê re kêm maye li welêt şerê navxweyî derkeve. Piştî axaftinên li vir, girseya gel dest bi meşê kir. Di dema meşê de dirûşmên "Destên xwe ji HDP'ê vekişînin", "Dîktator Erdogan", "Terorîst dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn û gelek belavok hatin belavkirin. Li dû meşa 2 saetan, girseya gel li meydana Trafalgarê mîtîngek lidar xist. Li ser navê sendîkaya RMT, sendîkaya NUT, Stop The War Coalition, Partiya Sosyalîst, Meclîsa Gelê Kurd li Brîtanya, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axaftin hat kirin. Qisekeran bang li hikûmeta Brîtanyayê kirin, ku li pêşberî vê neheqiyê û qirkirina siyasî bêdeng nemîne.
Piştî vê mîtîngê, komek ji ciwanan tevî alên PKK'ê beşdarî meşa 'Mîlyon Maske' bûn ku her sal di 5'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Danê êvarê jî komek ji 30 ciwanan li meydana Leîcesterê çalakiyek lidar xistin. Li herêma Croydon a li Başûrê Londonê, li bajarên Brîghton, Readîng, Cardîff, Cambrîdge û Edînbûrghê jî bi sedan kes li dijî operasyonên qirkirina siyasî daketin qadan.