NÛ BÛ- Mîtînga Êlihê ku bi deh hezaran kes tevlî bû destpê kir

Mîtînga HDP’ê ya li Êlihê bi tevlîbûna deh hezar kesan ve destpê kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li pêşiya Stadyûma 16’ê Gulanê ya navenda bajarê mîtîngek lidar xist. Li gel Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Parlemeterên HDP’ê yên Êlihê bi deh hezaran kes tevlî bûn. Welatiyên ku xwestin bikevin qadê ji du nuqteytan ve piştî lêgerîna ji aliyê polîsan ve ketin hundirê qadê.

Qada ku bi alên HDP’ê hatîn xemilandin, li gel posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezayî Temellî pankartên ‘Tu dikarî’ hatin daliqandin. Di mîtînga bi coş de pankat û dowîzên mîna “Gulopê vemirîne, roj hil tê”, “Faşîzim wê bi şoreşê hilweşe” hatin vekirin. Dîsa flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hatin vekirin.

Li qadê dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi serkeviné’, ‘Bijî berxwedan zindanan’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘ Bê Serok jiyan nabe’ hatin qîrkirin. Bi sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ û deqeyek rêzgirtinê re mîtîng destpê kir.

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç axivî û ji bo hîleyên di hilbijartinê de bê kirin banga hestyarî û hişyariyê li welatiyan kir û got: Em ê li ber xwe bidin û ser bikevin. Em ê ji bajar 5 wekîlan bi ser bixin.”

Namzetê Parlementeriyê yê HDP’ê yê Êlihê Şukru Baytar jî axivî û bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên bi rê ve dibin û got: “Êdî kêr gihiştiye hestî. Kurd êdî aştiyê dixwazin. Dengek ji bo HDP’ê û dengek ji bo Demîrtaş.”

Namzetê din ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî jî ev tişt anî ziman: “Ez amade me xizmetê ji gelê xwe re bikim. Divê em karê desthilatê ên van salên dawî li dijî Kurdan kirî ji bîr nekin. Bi taybet dema em çûn ser sindoqan, Sûr, Cizîr, Heskîf, Efrîn, Pirsûs û tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan em ji bîr nekin.Divê em vîna xwe ji dizan biparêzin. Sindoqan biparêzin.

Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî axivî û got: “Gelê me biryara xwe daye. Gelê me ev 16 sal e kuştin, girtin û zilm dît. Divê êdî mala xwe bidin pişta xwe û biçin. Ev qad wê ji bo HDP’ê û Demîrtaş bimîne. Divê em 24’ê Hezîranê dengek bidin HDP’ê yek bidin Demîrtaş.

Parlemetera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî derket ser dikê û gel silav kir.

Mîtînga HDP’ê bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku gelê Êlihê bi moral û coş e. Ev biryardarî wê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan diyar bibe. Divê Êlih 5 parlemeteran bi ser bixe. Êşên herî mezin li wî welatî Êlihê kişand. Êlih bûye bajarên kuştinên kiryarên wan nediyar, bûye warê êşan. Tevî vê jî her demê li ser lingan ma. Ti demê çong netewand, serî netewand. Her demê têkoşîneke bi rûmet meşan.

Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van nuqteyan:

 “AKP’ê di desthilata xwe ya 16 salan de, tenê tiştek kir ew jî êş zêde kir. Li vî welatî ji derveyî kuştin, zilm û êşan tiştek din neanî. 

Gelê Êlihê geleke ku aştî, biratiyê dixwaze ye. Gelê Êlihê aştî û azadiyê dixwaze. Lê di hişmendiya wan de ji derveyî şer  tiştekî din tine. Em ê çareseriyê ji bo gelên Tirkiyeyê bînin. Wê çareseriyê gelê Êlihê bîne vî welatî, wê çareserî bi îtifaqa gelê Kure li vî welatî pêk were. Li vî welatî wê bi biratiya gelê Kurd û Tirk pêk were.

Tenê 4 roj mane. Di van 4 rojan de em bang li kesên bê biryar mane dikin ku deng bidin me HDP’ê. Divê beşê bê biryar êdî biryara xwe bidin. Ji bo siberoja gelê Tirkiyeyê dengê her kesekê girîng e. Wê tercîha me yan ji bo ronahiyê yan jî ji bo tarîtiyê be.

Êdî li vî welatî em rê nadin kes bê kuştin. Em rê nadin ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla bê kuştin. Em rê nadin ku darbest bên vî welatî. Em rê nadin ku ciwan bên kuştin. Em ê bikin ku Kurd, Tirk, Elewî û Sunî bi hev re bi awayeke azad bijî. Ji bo kesên bi BHQ’ê ji kar hatine derxistin vegerin kar em ê têbikoşin. Ev ne xeyal e. Ji bo vê 24’ê Hezîranê bi qedir e.

Em ê 24’ê Hezîranê biçin ser sindoqan destê xwe danin ser wijdana xwe. Em rê nadin ku tu kes siberoja me tarî bike. Em sindoqan emanetî we dikin. Gelê Êlihê bibiryar e. Wê 5 parlementeran derbixe. Ji bo wê em dibêjin dengek ji bo HDP’ê yek ji bo Demîrtaş. “