Mîtînga 1’ê Îlonê ya Stenbolê li Kadikoyê ye

Mîtînga 1’ê Îlonê ya Stenbolê li Kadikoyê ye

BDP’a Stenbolê bernameya 1’ê îlonê aşkera kir. Mîtînga 1’ê îlonê bi dirûşmeya ‘Ji Geziyê heta Licê ji bo aştiyê têkoşîn’ li Kadikoyê ye.

BDP’a Stenbolê der barê 1’ê îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê de li avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevserokê BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar, balkişand ser komkujiya li Rojava û got hemû gelên Rojhilata Navîn d3e bo aştiyê di 1’ê îlonê de li qadan bin.

Hevserokê navendê yê BDP’ê Emrullah Bîngol jî got ew îsal wateyek dîrokî li 1’ê îlonê bar dikin û got bi dirûşmeya ‘Ji Geziyê heta Licê’ dê li qada Kadikoyê bin.

 Bîngol da zanîn ku dê beşeke mezin tevli mîtîngay 1’ê îlonê bibin û got: “Nêzî 150 saziyên ku di nava wan de BDP, KESK,DÎSK,TTB, TMMOB, ODP, HDK, Malên Gel, Foruma Piştevaniya Taksîmê jî heyî di nava vê xebatê de ne.

 Bîngol balkişand ser pirsgirêka kurd û got: “Em dizanin ku aştiyeke bi rumet tenê bi muzakerayan pêk nayê.  Ger hemû gel ji bo aştiyeke bi rumet bên cem hev dê encamek erênî bidest bixin. Divê di 1’ê îlonê de hemû gel bên cem hev.

HIKÛMET PÊVAJOYÊ DIXETIMÎNE

Li ser navê BDP’a Stenbolê Îlkay Yenîgun axivî û got serokwezîrê tirk Erdogan di çareseriya pirsgirêka kurd de baweriyê nade û niyeta deshilatdariyê ve ku pêvajoyê di nava demê de belav ke û tevgera kurd tasfiye bike.

Yenîgun got Erdogan dema behsa pakêta demokrastîkbûnê dike, gotinên sosret dibêje û pirsgirêka kurd tîne asta neçareseriyê.

Yenîgun bang li hemû kesî kir ku di 1’ê îlonê de li Kadikoyê bin.