Mîthat Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hatibû qetilkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar çû navçeya Pirsûs a Rihayê û dayika Emîne Şenyaşar ziyaret kir. Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî biçe pêşiya Edliyeya Rihayê û Nobeta Edaletê li mala xwe domand. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan û endamên partiyê jî bi Sancar re bûn. 

Di serdanê de Sancar anî ziman ku ew her tim piştgiriyê didin malbata Şenyaşar û heta edalet pêk tê jî wê têkoşîna xwe bidomînin. Sancar, destnîşan kir ku Ferît Şenyaşar wê têkoşîna xwe li meclisê hêj xurtir bidomîne û heta bêhiqûqî bi dawî dibe jî wê bixebite. 

Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derkeve wê têkoşîna xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê bidomîne.