MÎT'ê li sînorê Îlmîntar û Kîlîsê du navend xwe ava kir
Hat hînbûn, saziya îstixbarata Tirk MÎT'ê li ser xeta gundê Hewar ê Kîlîsê-Îlmîntar û Kîlîs-Ezaz-Raî ji xwe re navend ava kiriye.
Hat hînbûn, saziya îstixbarata Tirk MÎT'ê li ser xeta gundê Hewar ê Kîlîsê-Îlmîntar û Kîlîs-Ezaz-Raî ji xwe re navend ava kiriye.
Balafirên şer ên Tirk û balafirên ser bi koalîsyona navneteweyî li herêmên Ezaz-El Raî-El Bab û Mare bomberdûmanê dikin. Balafirên Tirk û balafirên koalîsyonê Axtarîn û Aşraf ên li herêma Şehbayê bombe kirin. Hat hînbûn, saziya îstixbarata Tirk MÎT'ê li ser xeta gundê Hewar ê Kîlîsê-Îlmîntar û Kîlîs-Ezaz-Raî ji xwe re navend ava kiriye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatin bidestxistin, balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêmên Ezaz û Marihê firiyan e û Tirkiye ji bo herêma di navbera çeteyên koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ'ê de ma ye bike herêma tampon, senaryoyek amade kiriye.
JI TIRKIYEYÊ ÊRÎŞA BI OBUS Û FUZEYAN
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk û balafirên ser bi koalîsyona navneteweyî gundên Til Şeîr, Dudyan, Kefer Xan, Tata Hûmîs, Senadîr, Soran û Til Hiseyn bombe kirine, dengê bomberdûmanê hînê ji herêmê tê. Her wiha hat ragihandin ji nava sînorên Tirkiyeyê jî êrîşa bi obus û fuzeyan li hemberî vê herêmê hatiye kirin.
Beriya çend rojan, 20 komên çete bi lez û bez ji aliyê rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ve li Dîlokê li hev hatibûn komkirin. Di civînê de biryarên di civîna Cezayîrê de hatin wergirtin, ji çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên ENKS'ê re hatibûn ragihandin.
Li gorî agahiyan, di vê civînê de dewleta Tirk, Rûsya û Îranê li hev kirin ku Helebê ji rejîma Baas re bihêlin, herêma Şehba jî ji komên çete yên di bin navê "Ceyş El Sune" de bên komkirin, bê hiştin. Hat ragihandin, ku Rûsya û Îranê jî ev yek erê kirine.
Weke ku tê zanîn, rayedarên Rûsyayê beriya demeke nêz daxuyaniyek dabûn û gotibûn, "Kîjan balafir bikeve vê herêmê, balafira kê dibe bila bibe, wê bibe hedefa me."
Lê belê xuya ye Rûsya li hemberî tevgera balafirên şer ên Tirk û koalîsyona navneteweyî bêdeng dimîne.
NAVENDÊN JI ALIYÊ MÎT'Ê VE HATINE AVAKIRIN
Qada li pêşberî herêma ji aliyê çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, yanî li aliyê Tirkiyeyê yê Hatay-Kîlîsê, ji bo amadekirina planên li dijî Şoreşa Rojava ji aliyê yekîneya MÎT'ê û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ve tê kontrolkirin.
Ev komên çete, êrîşên li hemberî herêma Efrîn-Ezaz û Şehbayê, di ser navendên li Enqere-Kîlîs-Dîlokê dimeşînin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatin bidestxistin, çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên di ser xeta Hatay-Kîlîsê re ji Îdlîb, Hama, Hûmsê hatin anîn, ji vê derê careke din derbasî Sûriyeyê tên kirin. Çeteyên di Deriyê Sînor ê Cîlvegozu yê Hatayê re derbasî Tirkiyeyê dibin, di Deriyê Sînor ê Oncupinar ê Kîlîsê re derbasî Sûriyeyê tên kirin.
Li herêma navbera gundê Hewar Kîlîs û Îlmîntarê, ku 8 km li bakurrojhilatê Ezazê ye û ji aliyê çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat ve hatiye dagirkirin, ji aliyê Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan ve du navendên MÎT'ê hatine çêkirin. Derket holê ku avahiyeke din a MÎT'ê li ser sînorê Kîlîsê ye.
Tevî van navendên MÎT'ê, tê gotin ku li vê xeta Hewar Kîlîs-Îlmîntar û Kîlîs-Ezaz-El Raî navendên çek, cebilxane û desteka lojîstîk jî hene. Li gorî agahiyan çeteyên ji Hama, Hûms û Îdlîbê tên anîn di ser Hatayê re li herêma Şehba tên belavkirin.