Mirovên dixwazin tevlî merasîma cenazeyê Elçî bibin tên astengkirin
Piştî ku ji axaftinan encamek derneket, ciwan ji otobusan peya bûn û ji saet 05:50 û vir ve hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Amedê.
Piştî ku ji axaftinan encamek derneket, ciwan ji otobusan peya bûn û ji saet 05:50 û vir ve hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Amedê.
Bi qasî 400 kesên bi 8 otobusan ji Herêma Marmarayê berê xwe dan Amedê ji bo tevlî merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibin, li navçeya Erxeniyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin sekinandin.
Ji bo ciwan karibin xwe bigihînin Amedê Parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Nûrsel Aydogan û Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken bi Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Walîtiya Amedê re axivîn. Ji ber ku encamek ji vê axaftinê derneket, ciwan ji otobusan peya bûn û ji saet 05:50 û vir ve hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Amedê.