Mirov bi zora fermanê beşdarî mîtînga AKP'ê ya Edenê hat kirin

Mirov bi zora fermanê beşdarî mîtînga AKP'ê ya Edenê hat kirin

Ji bo beşdariya li mîtîngên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên li Edene û Ceyhanê were zêdekirin, ferman ji Qeymeqamiya Ceyhanê û hemû dibistanên li navçeyê re ferman hatiye şandin û beşdariya li mîtîngan weke neçariyekê hatiye ferzkirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, ji bo Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan bersivê bide pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokatiya Parlamentê kir û got, "Ji bo beşdariya li mîtînga Erdogan a 5'ê Cotmehê li Edenê û 6'ê Cotmehê ya li Ceyhanê were zêdekirin, bi rêya Walîtiya Edenê ji aliyê Qeymeqamî û Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeya Seyhanê, ji mudurên hemû dibistanan, alîkarên muduran, personel û mamosteyan re nivîseke fermî ya beşdariya li mîtînga AKP'ê hatiye şandin an na? Eger hatibe şandin, ev ferman ji aliyê kê ve hatiye dayîn?"

Tanrikûlû di berdewama pêşniyar pirsa xwe de ev pirs kir: 

"Bi zorê û bi fermannameyan re, beşdariya xebatkarên gelemperiyê li mîtîngên partiyên siyasî ne li dijî qanûna e? Mudur, alîkarên mudur û mamosteyên beşdarî mîtîngan nebûne, gelo wê ji cihê xwe bên dûrxistin? Wê der barê personelên beşdarî mîtîngan nebûne lêpirsîn bên destpêkirin? Mamosteyên beşdarî mîtîngan nebûne, dê qeyda wan bê kirin?"

BALEFIREKÎ KEŞFÊ YA 2 AH-1P KOBRA

Di serdana Erdogan ya Edene de ewlehiya zêde bal kişand.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk dabû xuyakirin ku ji bo çavdêriyê, Helîkoptereke Kobra ya 2 AH-1P û balafireke Goren (C-160) ji aliyê Hêzên Hewayî ve hatine erkdarkirin.