Mîna qirkirina Rûwanda û Srebrenîcayê rîska qirkirina Efrînê jî heye

Rêxistina Partiya Çep a Swêd a Herêma Blekînge, ragihand ku mîna qirkirina Rûwanda û Srebrenîcayê rîska qirkirina Bakurê Sûriyeyê jî heye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Partiya Çep a Blekînge ve hate dayîn û di Rojnameya Sydostranê de hate pevekirin, bal kişand ku piştî ku çeteyên DAIŞ’ê hatin bêbandorkirin û şûnde Tirkiye li Sûriyeyê eniyek nû vekir û wiha hate gotin: “Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye, bi awayekî dij hiqûqa naveteweyî êrîşî Sûriyeyê dike û bomberdûma dike.

Piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê ya ku ji aliyê gel û şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve çeteyên DAIŞ’ têk bir û şûnde, bal hate kişandin ku rewşa xirab a mirovî ya li Sûriyeyê ji xwe hê xirabtir kir.”

Di daxuyaniyê de hate giyarkirin ku tevî ku êrîşên dewleta Tirk dijî hiqûqa navneteweyî ye, ne şermezarkirina hikûmeta Swêdê ya dagirkeriyê hate rexnekirin û wiha hate gotin: “Li Bakurê Sûriyeyê rîska dubarebûna qirkirina Rûwanda , Srebrenîca û Ermenîstanê heye. Îro bi parastina welatekî endamê natoyê û hevkariya wê tê kirin.”