Mîna navê xwe bû

Navê wî nîşaneya herî bedew a meşa wî bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Xak, navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.

Yên ku dikevin hembêza xakê, ya gotinekê ya jî kêliyekê ji mirovan re dihêlin. Gerîla Reşat jî 10'ê Tîrmehê danê êvarê li qada Dûpişkê tevî gerîla Argeş Sara û Zinar Devrîm kêliyeke bi vî rengî li pey xwe hişt. Bêguman gelek jin û mêr hene ku bi daran, yan jî bi çivîkan diaxivin, lê min yekemcar gerîlayek dît ku bi daran re diaxivî. Vê yekê gelekî kêfa min dianî. Mêrê ku bi xwezayê re diaxive hîn paqij xuya dikir, sedema wê nizanim.

Li nava malbateke welatparêz a li Êlihê ji dayik bû. Navê wî nîşaneya herî bedew a jiyana wî bû. Wateyeke navê xwe hebû ku mîna fermanek ji bo şêweyê jiyana wî bû. Nîşaneya herî bedew a sedema jidayikbûna xwe bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Toprak (Xak), navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.

Gava destpêkê ya gerîlayekî ya ber bi azadiyê ve, ne hatina çiyê ye, serhildana destpêkê ya li dijî zalimtî û neheqiyê ye. Ew kêlî ye ku çav û guhên xwe li rastiyê vekiriye. Çîroka Toprak jî sala 2014'an dema ku gihîşt Kobanê dest pê nekir û li berxwedana Dûpişkê di 10'ê Tîrmehê de dema ku kete hembêza xakê bi dawî nebû. Li pey xwe bi dehan wate, mirin û jiyan hebû.

Ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe ji sînor derbas bû û ber bi wir ve meşiya. Hîn xwe nû gihandibû Kobanê, lê belê dil û mejiyê wî ji xwe ji zûdeyî li kolanên Kobanê têdikoşiya. Piştî ku şer qediya, dema ku bi birînên xwe vegeriya malê, li bavê xwe rast hat. Bavê wî jê re got, 'Venegere, biçe çiyê, eger tu dixwaze hêjayî me be biçe çiyê, devera ku tuyê cewhera xwe lê bibîne ew der e'. Her dayik û bavên li ser vê xakê bi vê rastiyê zanibûn, lê belê dayik û bavê Toprak ne tenê pê zanîbûn, her wiha bi qasî ku ewladê xwe diyarî vê rastiyê bike Kurdistan û azadî dixwestin. Gerîla Reşat berê xwe da çiyê û xwe gihand xaka xwe. Rawestgeha xwe ya dawî jî Heftanîn bû.

Gerîla Reşat Timokî digot, "Xwîna me ya di oxira azadiyê de dirije, dilopek av e ku di vê havînê de jiyanê dide darê." Reşat Timokî 10'ê Tîrmehê tevî Argeş Sara û Zinar Devrîm dema ku bi erka xwe radibûn şehîd bûn. Di her kêliyê de leheng bû, bedew bû. Gerîla Reşat mîna xakê bû.