Milyonek belavokên Kurdî yên hilbijartinê hatin çapkirin

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ji bo nexşerêya HDP’ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de baş bide têgihiştin milyonek belavokên bi Kurdî çap kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku danezana xwe ya ji bo hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê ya 24’ê Hezîranê  eşkere kir, daket qadan û dest bi xebatên hilbijartinê kir.

Ji bo kampanyaya hilbijartinê milyonek belavokên Kurdî hatin çapkirin. Di belavokan de sernavên wiha hene, “Nasnameya azad, civaka azad”, “Êşkence û tecrîd bi dawî bibe”, “Bi zimanê dayikê perwerde”, “Rakirina Rewşa Awarte û sîstema  qeyûm”, “Jina azad civaka azad”, “Li dijî talanê parastina cewherî”, “Ciwan pêşeroja civakê ne”, “Nêrînên azad çapemeniya azad”. Namzetên HDP’ê wê li ser nav sernavan xebatên hilbijartinê bikin.