Milyonan Hugo Chavez bi rê kir
Milyonan Hugo Chavez bi rê kir
Milyonan Hugo Chavez bi rê kir
Hugo Chavez ku mohra xwe li 14 salên Venezuelayê xist bi hestiyariyeke mezin bo rêwitiya wî ya dawî hat oxirkirin. Serokwezîrên 50 welatî jî di nav de 2 milyon kes tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmeya ‘Heta dawiyê gel bi te re ye fermandar’ hat qîrîn.
Çarşema borî Serokwezîrê Venezuelayê Huho Chavez ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Chavez ji aliyê milyonan ve hat oxirkirin.
Merasîma cenazê li Akademiya Leşkerî ya paytexta Caracas pêk hat û cigirê wî Nîcolas Maduro, şûrê lîderê têkoşîna Venezuelayê Sîmon Bolîvar xist tabûta Chavez.
Maduro axivî û diyar kir ku, tu rêber wek wî rastî zextan nehat lê tu kesî nekaribû şoreşa wî ya sosyalîst rawestîne. Maduro diyar kir ku, Chavaz ji bo cîhanek ku împaratoriyên wê tunene têkoşîn da.
Lîderê Kubayê Raul Castro, serokomarê Îranê Mahmud Ehmedînecad jî di nav de serokwezîr û wezîrên 50 dewletê tevli merasîmê bûn.
Di merasîmê de yek bi yek hatin ser tabutê û rêzdariya xwe anîn ziman. Kesê dema navê wî hat xwendin herî zêde çepik jê re hate lêdan Ehmedînecad bû. Ahmedînecad tabûta Chavez maçî kir û rondikên çavan barand.
Cenazeya Chavez dê 7 rojan ji bo serdana gel li akademiya leşkerî bê sekinandin. Wezîrê karê derve yê Venezuelayê diyar kir ku, 15 welatan ji bo mirina Chavez şîn îlan kirine.