Milliyetê Prof. Sancar ji kar derxist
Milliyetê Prof. Sancar ji kar derxist
Milliyetê Prof. Sancar ji kar derxist
Dawî li nivîsên Endamê Heyeta Mirovên Aqilmend Prof. Dr. Mithat Sancar ê di rojnameya Milliyetê de hatin dayîn.
Dawî li nivîsên rewşenbîr û Serokê Nûnerê Koma Herêma Marmarayê ya Heyeta Mirovên Aqilmend Mithat Sancar ên di rojnameya Milliyetê de hatin dayîn.
Rêveberiya rojnameyê ji Sancar re ragihand ku di çarçoveya tedbîrên serfkirinê de ev biryar girtine.
Prof. Sancar herî dawî beriya Kongreya Neteweyî ya Kurd bi sernivîsa “Beriya Kongreyê nabza Kurdan” rêzenivîsek amade kiribû. Sancar di nivîsa xwe de cih dabû nêrîn û nirxandinên Hevserokê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, endamên din ên KCK’ê û her wiha yên Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim jî.
Piştî Milliyet ji aliyê Koma Demîroren ve hat kirîn, quncikên nivîsan ên wek Nuray Mert, Hasan Cemal û Can Dundar jî di nav de hatin girtin.
Di hefteya borî de Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan di vegera xwe ya ji Tirkmenistanê de, di daxuyaniya ku di balafirê de ji rojnamevanan re dabû, diyar kiribû ku di medyayê de ji cihdayîna daxuyaniyên endamên KCK’ê aciz dibe û wiha gotibû, “Weke ku rêxistin rizgariya welat e tê nîşandan. Daxuyaniyên rêveberên rêxistinê ku di manşetan de tên nîşandan, ev feydeyê nadin welatê min berevajî zerarê didin.”