Milîsên KDP/BOG û KKB/KOG li Stenbolê çalakî kirin

Milîsên Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP)/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) û Yekîtiya Komûnaran a Jinan (KKB)/Hêzên Azadiya Jinan (KOG)  li Stenbolê meşeke bi çek lidar xistin.

Milîsên KDP/BOG û KKB/KOG bi rûpoşên zer û xemrî meşek lidar xistin.

Milîsan bi pankart û dirûşman, ji bo kesên li derdor Ûlaş Bayraktaroglû û Berxwedana Geziyê vegotin. Her wiha milîsan ji bo welatiyên li derdor daxuyaniyek jî dan.

AMADEKARIYÊ SERHILDANÊ DIKIN

Milîsan di daxuyaniya xwe da ragihandin ku ji bo serhildanê xwe amade dikin û got: “Di salvegera 6’an a Berxwedana Gezî/Hezîranê de Ûlaş Bayraktaroglû yê fermandarê berxwedana mezin a Geziyê û hemû şehîdna silav dikin. Berxwedana me ya li Geziyê bilind bû, li Kolanên Kobanê bi yekgirtina gel, bû xofa çeteyan li Reqayê, hevkariya berxwedanê ya li zindanan, îro dîsa li kolanên Stenbolê weke Ûlaş Bayraktaroglû digere.

Komunarên jin li ser rêya Îdîl, Asiye û Eyleman di destê wan de çek li kolanên Stenbolê digerin, xwe ji serhildanên nû re amade dikin. Bendên jinan xurt bikin. Me duh çeteyên DAÎŞ’ê li hêlîna wan fetisandin. Îro li kolanên Stenbolê Anatoliyayê bi destê AKP’ê zindî dibin, civakê dikin DAÎŞ’î. Jinan DAÎŞ têk bir. Em ê faşîzma AKP’ê jî têk bibin. Serketin a me ye.”