Milîsên KBDH'ê li hemberî wesayitên zirxî çalakî kirin

Milîsên Eylem Ataş ên KBDH'ê ragihandin ku li navçeya Seyhan a Edeneyê li hemberî wesayitên zirxî yên li pêşiya Midûriyeta Emniyetê çalakî kirine.

Milîsên Eylem Ataş ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "15'ê Îlona 2023'an saet di 23:00 de milîsên me yên Eylem Ataş ên KBDH'ê li hemberî wesayitên zirxî û TOMA yên li ber Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Seyhan a Edeneyê bi molotof û bombeyên destan çalakî kirin. Çalakî diyarî wan jinan hate kirin ku li dijî serweriya mêr, mêtingerî û faşîzmê li ber xwe didin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di çalakiyê de ku ji bo bîranîna 'Jîna Emînî' hate kirin, polîsên şaş bûn, ketin rewşa parastinê û ava şid û gaz berdan milîsên me. Piştre jî gule li derdorê reşandin. Piştî ku milîsên me bi rengekî bi kontrol derbasî qadên ewle bûn, polîsan taxên navendî dorpêç kirin."