Milîsên Jin ên Agir û Rojê biryara bêçalakîtiyê ragihandin

Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li ser banga dîrokî ya Rêber Apo û biryara agirbestê ya PKK’ê biryara bêçalaktiyê dane û bi bîr xistin ku li hemberî êrîşan mafê wan ê bersivdanê heye.

Milîsên Jin ên Agir û Rojê daxuyandin ku li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo biryara bêçalaktiyê dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara bêçalaktiyê ji hemû yekîneyên rêxistinê re ragihandine û wiha hat gotin:

“Weke Milîsên Jin ên Agir û Rojê me têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta mêr a înkarker li her qadê mezin kir. Em milîsên ku di nava yekîneyên me de û hemû hevalên bi me re ne, pîroz dikin. Em bang li milîsên xwe, yekîneyên girêdayî milîsan û hevrêyên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li ser banga Rêbertiyê, biryara agirbestê ya Partiya me di 1’ê Adarê de ragihand, derbasî rewşa bêçalakîtiyê dibin. Bêguman hêzên me wê li hemberî êrîşan parastina xwe bikin û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivên pêwîst bidin. Mafê hêzên me heye ku bersivê bidin êrîşan. Divê li hemberî rewşên provokatîf ên muhtemel ku pêş bikevin hişyar bin û bi baldarî tevbigerin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû hevrêyên me bi berpirsyarî nêzî vê biryarê bibin.”