Milîsên HBDH’ê li Uskudarê otoparka avahiyên luks hedef girt

Milîsên Sînan Ateş ên HBDH'ê ragihand ku wan li Uskudara Stenbolê otoparka avahiyên luks hedef girtine û gelek wesayît îmha kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de wiha hat gotin, "Li dijî berxwedana li girtîgehan û 'mirina bêdeng' a ji aliyê sîstema tecrîd û tinekirinê ya Îmraliyê ve tê ferzkirin, em dengê xwe bilind dikin!"

Di daxuyaniya HBDH'ê de ev tişt jî hat diyarkirin: "Di 18'ê Sibatê de li dijî sîstema îmha û tecrîda li Îmraliyê û bi armanca piştgiriya berxwedana zîndanan me li Stenbolê çalakî pêk anî. Vê carê, me otoparka avahiyên luks a li Uskudarê kir hedef. Di encama çalakiya sabotajê de, gelek wesayîtên li otoparkê hatin şewitandin. Me xwest em peyamek bidin kesên ku li ser êş û xizaniya gelê me xwe xwedî dikin û xwe di ewlehiyê de dibînin."