Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê keştiyeke luks dan ber agir

Milîsên Tolhildana Karkeran ên HBDH’ê ragihandin ku wan li Kocaelî/Korfezê keştiyeke luks dan ber agir.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Milîsên Tolhildana Karkeran ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna 29 karkerên li Beşîktaşa Stenbolê hatin qetilkirin, hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke Milîsên Tolhildana Karkeran ên HBDH’ê roja 9’ê Nîsanê me li Kocaelî/Korfezê keştiyeke luks da ber agir! Di çalakiyê de keştî bi temamî bû xwelî, şewat belavî derdor bû û bandor li trafoyan jî kir.

Em çalakiya xwe diyarî karkerên li Stenbol/Beşîktaşê hatin qetilkirin, dikin. Weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî em bi hemû karker û bindestan re ne.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Weke endamên Şoreşa Yekbûyî hîn jî em dibin kabusê sermayeyê. Em li ser navê hemû karkerên ku we canê wan tune hesibandiye û di bin sîstema xwe ya mêtingeriyê de çewisandiye, ji bo hesab pirsînê tên. Hûn ê li vîlayên xwe yên luks bi rehetî ne razên!”