Milîsên HBDH'ê li Esenyûrtê li 'navenda fûhûşê' xistin

Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH'ê ragihandin ku li Esenyûrt a Stenbolê li navendeke fûhûş û bazirganên narkotîkê xistin.

Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku weke şervanên fedaî yên şoreşa yekbûyî, di salvegera damezrandina Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan li dijminê faşîst, li sîstema riziyayî xistine.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "10'ê Adarê li Stenbolê navendeke fûhûşê bû hedefa me. Li Esenyûrtê li sîteyeke luks, li rezîdansekê bazirganên narkotîkê gelê me bi jehrê dikir, fûhûş li jinan ferz dikir. Milîsên me serê sibehê saet di 5'an de bi çalakiyekê êriş birin ser vê rezîdansa li kolana Ozdemîr a li taxa Ataturk. Di encama çalakiya sabotajê de agir bi rezîdansê ket."