Milîsên HBDH’ê li Dîlokê fabrîkeya elyafê îmha kir

Milîsên Tolhildanê ya Paramaz Kizilbaş HBDH’ê li Herêma Senayiyê ya Organîza ya Dîlokê ya 3’emîn fabrîkeya elyafê ya li ser 7 hezar metrekareyan şewitand.

Milîsên Tolhildanê ya Paramaz Kizilbaş HBDH’ê diyar kir ku wan ji bo bibîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê ku di êrîşa hewayî ya Tirkan de şehîd bûbû, çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Di 18’ê Hezîrana 2020’an de di destê sibehê de li Herêma Senayiyê ya Organîza ya Dîlokê ya 3’emîn fabrîkeyeke elyafê ya li ser 7 hezar metrekareyan ji aliyê Milîsên me yên Tolhildanê ya Paramaz Kizilbaş HBDH’ê ji bo bibîranîna Kasim Engîn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de fabrîke şewitiye, bi dehan wesayîtên agirkujiyê, bi bi sedan polîs û xebatkarên îtfaiyeyê nekarîne şewatê bitefînin.”