Milîsên HBDH’ê li dijî markêta AKP’ê çalakî kirin

Milîsên Tolhildanê ya Yilmaz Dersim a HBDH’ê li dijî A101 a yek ji qenalên sermayeyê ya desthilatê ye çalakî kirin.

Milîsên Tolhildanê ya Yilmaz Dersim a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a li ser çalakiyê daxuyaniyek da ev agahî parve kir:

“31’ê Kanûna 2020’ê saet 02:00’an li dijî şaxa marketa A101 a li Taxa Îslambey a Arnavût a Stenbolê çalakiyek hatiye kirin. Çalakî bi bombeyên destan hatiye kirin û piştî teqînê ji ber şewata derketî market îmha bû.

Marketên A101 marketên ku faşîzma AKP-MHP’ê xwedî dike û heman demê cihekî yê bi domdarî wê xwedî dike, karê xwe didomîne.

Sala 2021’ê bikin sala ku faşîzim nikare nefesê hilde. Seferberiya bidestxistina azadiyê rêya hilweşandina faşîzmê vekiriye. Ji karkeran bigire heta jin, ciwan û gelê Kurd, ji gerîla bigire heta milîsan li her derê vîna biserdeçûna faşîzmê avakiriye. Êdî ya rabûye ser piyan ciwanên azad, şoreşgerên azad û sosyalîzm e. Divê hemû ciwanên Tirkiyeyî û Kurdistanî bersivê bide vê meşa serketinê.

Bi çalakiyên xwe hemû şoreşgerên li zindanan li ber xwe didin silav dikin, bi xeta wan a berxwedanê derxistî holê, radigihînin ku em ê faşîzmê parçe bikin.”