Milîsên HBDH’ê li Alanyayê du keştiyên luks şewitandin

Milîsên Firat Çaplik ên HBDH’ê ragihand ku li Antalyayê sektora turîzmê hedef girtin û li dijî du keştiyên luks çalakiya sabotajê kirine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Firat Çaplik ên HBDH’ê wiha got: “Em li çavkaniyên aborî yên dewletê dixin û em ê hîn jî lê bixin!”

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya sabotajê ev agahî hatin dayîn: “Weke milîsên Firat Çaplik (Alper Koçer Çakas) me sektora turîzmê hedef girt. 21’ê Adarê me li navçeya Alanya ya Antalyayê li dijî du keştiyên luks ên geştê rêbazên taybet taybet bi kar anî û me çalakiya sabotajê lidar xist. Di encama çalkiya me de, agir bi keştiyan ketin û bi temamî ji xizmetê derketin.”