Milîsên HBDH’ê ji bo Pêngava 1’ê Hezîranê çalakî kir

Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava1’ê Hezîranê li Mêrsînê çalakiyek kir.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku milîsên wan ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê li Mêrsînê çalakiyek kirine.

HBDH’ê li ser çalakiyê ev agahî da: “Milîsên me 30’ê Hezîranê li navçeya Tarsûs a Mêrsînê kesên bi navê Teyfîk Alptekîn û Alî Alptekîn tesbît kirin ku demek dirêj e li gel dijmin di nava hevkariyê de ye û di nava xiyanetê de ye.Milîsên me li dijî mal û wesayîtên van kesan çalakî kiriye. Her du kes jî ji aliyê milîsên me ve hatiye cezakirin.”