Mîhrîcana Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bi dawî bû

Mîhrîcana Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bi dawî bû

Li Mêrdînê di Yekemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Çiyayê Bagokê ku bi dirûşmaya "Bi ruhê azad em dimeşin ber bi çiyayê azad ve" hat lidarxistin de, li "Goristana Şehîdan a Egîd Cûdî" ku 43 cenazeyên gerîlayênHPG'ê lê hatine veşartin, cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar ê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û şûnde hat veşartin. Di mîhrîcana ku heta sibehê bi şahiyên cur bi cur hat lidarxistin, piştî girse ji çiyayê Bagokê veqetiya bi dawî bû.

Li Mêrdînê di pêşengiya BDP'ê de bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmaya "Bi ruhê azad em dimeşin ber bi çiyayê azad ve" ku Yekemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bi beşdariya hezaran hat lidarxistin. Duh li ketina Botaş'ê ya Midyadê leşkeran ku xwest li nokteya çêkirine kontrola nasnameyan bikin, rastî nerazîbûna gel hatin. Gel li ser vê yekê ber bi çiyayê Bagokê ve dest bi meşê kir. Piştî meşê ku li çiyayê Bagokê mîhrîcan hat lidarxistin, ligel bi hezaran hemwelatiyan, nûnerên Sûryanî, Mihelmî, MEYA-DER, şaredarên herêmê, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Li qada mîhrîcanê ku jêre "Bendera" tê gotin, wêneyên Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan, yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mazlum Dogan û yê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egîd Suruç), her wiha alên PKK'ê, KCK'ê û YPG'ê hatin daliqandin. Li cihê ku mîhrîcan hat lidarxistin, balafira keşfê û helîkoptera Kobra tevahiya rojê geriya. Bi sedan ciwanên ku li lûtkeyên çiyayan agir pêxistin, sirûda "Ey Reqîb"xwendin û govend gerandin. Girse dema bi alên PKK, KCK û YPG'ê ber bi Goristana Şehîdan a Egîd Suruç ve meşiya ciwanên rûyê wan pêçandî peşengî ji girseyê re kirin. Di meşa ku li çiyayê Bagokê hat lidarxistin de dirûşmayên, "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "Ciwan fedayiyên Apo ne" hatin berzkirin.

Girseya ku gihişt goristanê bi merasîma hat lidarxistin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egîd Suruç) wergirtin. Piştî deqiqeyek rêzgirtinê, xwepêşandana fîşekên hewayî pêk hat. Piştî wergirtina cenaze li ser navê Înîsiyatîfa gel ciwanekî ku rûyê wî peçandî wiha axivî: "Li Kurdistanê li dijî êrîşên tunekirinê yên li hemberî gelê kurd û ji bo wek ciwan em gelê Rojava bi tenê nehêlin divê em xwe bi rêxistin bikin. Vê pergala qirêj û înkarker du rê ji ciwanên me re hiştine. Yan em ê teslîmî tevayî qirêjiyên pergalê bibin an jî em ê berê xwe bidin çiyayên Kurdistan. Ji vir ez bang li ciwanên kurd dikim. Divê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava. Erdnîgariya Kurdistan ji serweran parastin deynê stûyê me ye. Heta felsefeya Rêbertî li tevayî Rojhilata Navîn bikeve pratîkê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

'SEROKWEZÎR ENDAMÊN EL-NUSRA DIŞÎNE ROJAVA'

Paşê apê gerîlayê HPG'ê Ugurlar Reşad Ugurlar ku axivî wiha got, "Gelê Kurd îro li Egîd Suruç xwedî derket û derketiye van çiyayan. Ev şehîdê me hemûyan e." Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Mêrdînê Emriye Ektîren da xuyakirin ku li ber cenazeyên zarokên xwe jî aştiyê qîr dikin û wiha berdewam kir, "Em ji vir dewletê hişyar dikin. Tevayî cîhan bi awayekî sembolîk be jî aştiya cîhanê pîroz dike. Lê em wek dayik li ber cenazeyên zarokên xwe rondikan dibarînin. Eger hûn vî gelî înkar bikin wê tank û topên we bipelçiqîne û derkeve çiyayan. Serokwezîr ji bo berxwedana gelê Rojava bişkîne endamên El Nusra yên wan xwedî dike dişîne Rojava. Lê wê bi ser nekeve. Wê ev gel azad bibe.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyê Ugurlar bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin Goristana Şehîdan a Egîd Suruç ku navê wî lê hatiye kirin. li vir sirûdên kurdî û klamên ku jinan ji bo kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dane çêkiribûn gotin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ugurlar hat veşartin. Girse paşê bi di dirûşm û tilîliyan ber bi qada mîhrîcanê ve ket rê. Mihrîcan bi govend, xwepêşandana fîşekên hewayî û bi pêxistna agir heta derengiya şevê berdewam kir.

'KURD ÊDÎ LI VAN ÇIYAYAN LEŞKER Û POLÎSAN NAXWAZE'

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz ku axaftina vekirinê ya mîhrîcanê kir da xuyakirin ku êdî gelê kurd li van çiyayan leşker û polîsan nexwaze û ev bi meşa ber bi çiyayê Bagokê ve îspat kir. Kaymaz di berdewama axaftina xwe de got ku heta Rêberê PKK'ê azad nebe pêvajo wê nemeşe û wiha berdewam kir: "Îro rojeke taybet e. Tevayî cîhanê vê rojê wek roja aştiyê qebûl dike. Lê me Egîd Suruç ê evîndarê Bagokê li lûtkeya çiyayê Bagokê emanetî xaka pîroz kir."

MÎHRÎCAN BI DAWÎ BÛ

Di mîhrîcana ku şîn û govend di nav hev de bû, hunermendên NÇM'ê yên Qoser û Nisêbînê û Seyda Perînçek jî derketin pêşberî girseyê. Heta sibê ku pîrozbahiyan berdewam kir, ber danê sibê dayik û jin çûn serdana Goristana Şehîdan. Piştî festîval bi dawî bû girse ji çiyayê Bagokê veqetiya.