Mîhrecana filman a navneteweyî dê li Duhokê pêk bê

Mîhrecana filman a navneteweyî dê li Duhokê pêk bê

Îsal dê 2'emîn Mîhrecana Filman a navneteweyî di 9'ê Îlonê de li Dihokê pêk bê.

Biryar hat dayîn ku îsal 2'emîn Mihrîcana Fîlmên Navneteweyî li Dihokê pêk bê. Rêveberê Hunerê û Sînemayê Adil Ebdilrehman, diyar kir ku dê îsal 2'emîn Mîhrecana Filman a Navneteweyî di 9'ê Îlonê de li Duhokê pêk bê. Ebdilrehman, anî ziman ku wan ji neha ve dest bi amadekaryên mîhrecanê kirine. Di kongireya rojnamevaniyê de Rêveberê Giştî yê Rewşenbiri û Hunerî û Spor û Ciwana li Duhokê Eyub Remezan axifi û wiha got: "Bi pêştevanya rastexwuya Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikometa Fedral mîhrecan wê were li darxwêstên û armanca serekî ya vê mîhrecanê ewe ku sinema kurdi bibe cîhanî û herêma kurdistanê bide nasandin ji Cîhanêra û bizavên me berdewamên ku Duhok bi be navekê navdar li warê Sînemayêda û ev mîhrecane wê berdewamya mîhrecana sala bar be. 

Mîhrecana îsal wê di çarçoveke mezintir de pêk bê û di têkiliya sinema kurdî di gel yên cîhanê xwurtir bikin. Di kongirê de Mehmet Aktaş berpirsê jora mihrecana sinemayê jî axifi û destnîşan kir ku wergirtina filman wê di her sê astanda de pêk bê. wiha got: "Fîlm dê di asta kurte Film, Filmên Dirêj û Filmên Dokumêntarî de pêk bên.