Miftiyê Wanê 150 hezar lîre li odeya xwe da

Miftiyê Wanê Arvas ku melayên endamê DÎ-VES'ê îxrac kirî û bi jiyaneke luks balê dikişîne, herî dawî bi 150 hezar lîreyî odeya xwe nû kir.

Miftiyê Bajêr ê Wanê Nîmetulah Arvas ku talîmat dide cenazeyên şervanên HPG'ê yên ku di şer de şehîd bûne, li mizgeftan nyên şiştin, lêpirsînê li ser wan meleyan vedike ku cenazeyên HGP'yiyan şişitin û 2011'an vexwendnameyên herî biha dayî, bi jiyana xwe ya luks balê dikişîne.

Arvas ê ku bi wesayitên mersedes digere, bêyî 3 zêrevanan dernakeve derve, ne tenê miftiyekî wiha ye ku ji pereyên zêde yên Karê Dİyanetê dixwe, wê ne zêde be ku mirov bibêje, 'mîna kralan' dijî.

Arvas ku ji bo parka ku Şaredariya Îpekyoluyê ya DBP'ê dixest ava bike gotî, ''Li vir dibe ku karê heram hebin'', herî dawî bi bihayê 50 hezar lîreyî ji xwe re odeyek dizayn kir.

Tenê yek ji lembeyên awîze yê odeya ku bi qoltixên ji çem hatine danîn bi 120 lîreyî ye. Li gorî agahiyan 150 hezar lîre li odeya meqamê ya Arvas çûne.

MELA DEQ KIRIBÛN Û ÎXRAX KIRIBÛ

Avras li gel ku Dozgeriya Komarê Nîsanê biryar dabû û gotibû, ''pêdivî bi lêpirsînê nîn e '' jî, melayên Sendîkayan Kedkarên Diyanet û Weqfê (DÎ-VES) ên KESK'ê îxrax kiribû. Arvas yek bi yek gilhê melayan li Dozgeriyê kiribû. Li gel biryara dozgeriyê jî bi gotina ''di dosyayên me de sûcên wan berbiçav in'' îdîayên deqkirinê anîbû ser xwe.

HIŞMENDIYA AKP'Ê JI HIŞMENDIYA ÎSLAMIYETÊ DÛR E

Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li ser ketîbûna Avras got, ''Hişmendiya AKP'ê ji Îslamiyeyê pir dûr .'' Ozgokçe bi domdarî got, ''Beşekî mezin ê bûdçeyê ku diviya ji bo gel û kamûyê bihata terxankirin didin Diyanetê. Di nav luksê de dijîn bi wesayitên zirxî, bi artêşa zêrevanan digerin. Em dizanin ku bi weazan propagandya AKP'ê dikin.''

MIRIYAN JÎ JI HEV VEDIQETÎNIN

Ozgokçe bi bîr xist cenazeyên şervanên ku di şer de şehîd bûne li mizgeftan nayên şiştin, melayên ku dixwazin bişon jî li ser wan lêpirsîn dest pê dike û got, ''Sedema vê bi temamî polîtîk e. Miriyan jî ji hev vediqetînin. Miftî ne bi rista xwe radibin.''

BUDÇEYA JI BO DIYANETÊ JI BO SÎXURIYÊ YE?

Ozgokçe herî dawî bi bîr xist ku li Elmanya beriya bi demekê hin mela ji sîxûriyê hatine girtin û got, ''Ne Diyanetê, ne alîkariya Serokwezîrtiyê hê negotiye ku bûdçeya ku didin Diyanetê ji bo çi tê xerxkirin ê li Elmanya 3 melayên Diyanetê hatin girtin. Li ser vê ti daxuyanî nehatiye dayin. Teqez divê lê vê were pirsîn.''