Midûrê emniyeta Munchenê bi neteweperestên Tirk re ye

Midûrê emniyeta bajarê Munchenê Hubertus Andra bi nûnerên saziyên Tirk ên alîgirê AKP-MHP'ê re hevdîtin kir.

Yek ji bajarên Elmanyayê ku Kurd û aktîvîstên Elman lê tên krîmînalîzekirin Munchen e. Rêveberiya rastgir-mûxafazakar a Munchenê, heyraniya xwe ya ji bo neteweperestên Tirk careke din nîşan da. Midûrê Emniyeta Munchenê Hubertus Andra doh li Munchenê li Hotela Goethe bi nûnerên saziyên alîgirên AKP-MHP'ê re hevdîtin kir.

Beriya hevdîtinê, wêneyê Seorkkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û ala Tirk li pêşiya otelê hate daliqandin. Serok û rêveberên saziyên neteweperest ên Tirk ên li Munchen û Eyaleta Bavyerayê tevlî civînê bûn.

Yek ji kesên tevlî civînê bû Serokê Desteya Koordînasyona Komeleyên Tirk (TUDEK) Mahîr Zeytînoglû ye. Zeytînoglû li kêleka midûrê emniyetê Andra rûnişt. TUDEK saziyeke ku piştgiriyê dide rejîma AKP-MHP'ê. Li gorî agahiyan, midûrê emniyetê Andra di civînê de qala hevkariya bi polîsên Tirk û Sefaretxaneya Bilind a Tirk kiriye.

Paytexta Eyaleta Bavyera bajarê Munchenê weke devereke krîmînalîzekirina aktîvîsên Kurd tê naskirin ku bi hinceta alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext li gelek aktîvîstên Kurd hate kirin.