Mînîbusa karkeran qeza kir: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn

Li navçeya Seydîkemer a Mûglayê, mînîbuseke ku karkerên li febrîqeya mermerê dixebitîn tê de bûn, qeza kir. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.