MHP bûye pirsgirêkeke Tirkiyeyê

Rojnameger-nivîskar û endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Ender Îmrek têkildarî daxuyaniyên Bahçelî axivî û got ku rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedar wê li hemberî van gefan serî netewînin.

BAHÇELÎ ROJNAMEVAN Û SIYASETMEDARAN HEDEF NÎŞAN DIDE

Ji hevparên desthilatdariyê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist. Bahçelî di daxuyaniya xwe de bi taybet jî yên têkildarî doza Sînan Ateş anî ziman ku di destê wan de lîsteyeke 154 kesan ya ji rojnameger û siyasetmedaran pêk tê heye û diyar kir ku ew kesên di wê lîsteyê de dişopînin. Bahçelî diyar kir ku wê girêdayî ‘’darazê’’ kiryarên xwe yên li dijî wan kesan pêk bînin. Ji aliyê muxalefetê ve gelek kesan nerazîbûnên xwe li dijî vê gotina Bahçelî û daxuyaniyên wî yên din nîşan da.

Rojnameger-nivîskar û endamê Meclîsa Partiyê  ya DEM Partiyê Ender Îmrek têkildarî daxuyaniyên Bahçelî ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Qetilkirina Sînan Ateş nîşan dide ku MHP bi pirsgirêkeke pir cîdî re rû bi rû maye. MHP hêza desthilatdarbûnê bi kar tîne û weke ku xwediyê dewletê ye, bêhiqûqiya xwe berdewam dike. MHP her çend dizane sûcdar e jî lê belê dîsa xwe bi hêz nîşan dide. Rewşa MHP’ê ya vê gavê serdest ev e. Qetilkirina Sînan Ateş bi daxuyaniyên malbata wî, agahitên raya giştî û belgeyan biawayekî eşkere li holê ye. Tevî van yekan hemûyan jî bi bikaranîna rê û rêbazên mafyatîk û faşîzan hewl dide ku gel, malbata Sînan Ateş, rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan bêdeng bike.

MHP bûye pirsgirêkeke Tirkiyeyê. Carna dibêje bila Dadgeha Qanûna Bıngehîn were girtin, carna dibêje bila DEM Partî were girtin û carna dibêje bila HDP were girtin. MHP bûye partiyeke wisa ku li dijî her kesî gefên qirêj dixwe ku bi xwe jî ji bilî pêkhateyeke faşîst ya ku divê were girtin, ne tiştekî din e. MHP partiyeke wisa ye ku li hemberî rastiyeke ku deşîfre bûye gefan li hiqûq, nivîskar û rojnamegeran dixwe.  Li gorî min rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedarên Tirkiyeyê wê li hemberî van gefan serî netewînin.’’