Civîna Desteya Ewlekariyê ya Mîllî ya ku bi rojeva referandûma ku tê plankirin 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin pêk hat, bi dawî bû. Civîna MGK’ê ya ku ji ber referandûmê li şûna 27’ê Îlonê 22’yê Îlonê hate lidarxistin, di bin serokatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan de li Qesra Beştepeyê pêk hat. Piştî civîna sê saetan dom kir û şûnde, daxuyaniyek nivîskî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku referandum “Ne meşrû ye” û “Nayê qebûlkirin” ev tişt hate gotin: “Em carekî din didin diyarkirin ku Rêveberiya Herêma Başûrê Iraqê ya ku plan dikin ku wê 25’ê Îlona 2017’an referandûmê pêkbînin ne meşrû ye û nayê qebûlkirin. Tevî hemû hişyarî û nerazîbûna eger ku referandûm bê kirin, Tirkiye di peymanên dualî û navneteweyî de wê mafê xwe biparêze.”
Di daxuyaniya nivîskî ya piştî civîn MGK’ê hate lidarxistin de ev tişt hatin gotin:
“Bang li hikûmeta Herêma Başûrê Iraqê dikin hê dem heyî bila dev ji biryara referandûmê berdin. Ji bo ev pirsgirêk bi rêya diyalogê û hevdîtinan di navbara hikûmeta Navendî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de çareser bibe, çi tişt ji destê Tirkiyeyê bê amadeye bike.”
Em carekî din didin diyarkirin ku em carekî din didin diyarkirin ku Rêveberiya Herêma Başûrê Iraqê ya ku plan dikin ku wê 25’ê Îlona 2017’an referandûmê pêkbînin ne meşrû ye û nayê qebûlkirin.
Li gel Tirkiyeyê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê, civaka navneteweyî û hikûmeta navendî ya Iraqê jî di vê şaştiya ku qebûl nakirin de eger bê israrkirin, wê ziyanên mezin bide Bakurê Iraqê û giştî herêma me.”