Mezarci yê HDP'yî ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ye
Mezarci yê HDP'yî ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ye
Mezarci yê HDP'yî ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ye
Platforma Dengê Girtî û Nemiran, bal kişand ser rewşa Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Doganşehîrê Celal Mezarci, ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser tê ferzkirin û desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, ev 19 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye û xwest, daxwazên wî bên qebûlkirin.
Platforma Dengê Girtî û Nemiran, li ser rewşa Girtî Celal Mezarci yê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin û ji 1'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye, li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist. Nûnera Platformê Munevver Îltemûr di civînê de daxuyanî da û diyar kir ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Doganşehîrê Celal Mezarci bi îdîaya "Enadmetiya MLKP" û "Propaganda kiriye" di 17'ê Tîrmehê de hatiye girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatiye tecrîdkirin. Îltemûr ragihand ku Mezarci ji bo tecrîda lê tê kirin û desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê şermezar bike, ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ye û anî ziman ku li gel hevdîtinên parêzerên ÎHD'ê yên Şirnexê bi Dozgerê Girtîgehê re jî, rêveberiya girtîgehê Mezarci nabe cem girtiyên din ên siyasî. Îltemûr da zanîn ku ji bo nêzî malbatê be xwestiye sewqî Meletiyê bê kirin, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin.
Îltemûr destnîşan kir, ku divê daxwazên Celal Mezarci tavilê bên qebûlkirin û banga "li gorî qanûnan tevbigere" li rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê kir.
Xwişka Mezarci Kûdret Şahîn dûre mafê axaftinê girt û anî ziman ku birayê wî yê ji 1'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye xwedî mafên qanûnî ye û xwest, ev mafên wî bên naskirin.