Mexdurên ‘Avahiyên Çiyayê Kirklarê’ diçin darazê
Mexdurên ‘Avahiyên Çiyayê Kirklarê’ diçin darazê
Mexdurên ‘Avahiyên Çiyayê Kirklarê’ diçin darazê
Nîqaşên Çiyayê Kirklarê ji avahiyan re hatiye vekirin ev 4 sale didome û malbatên xwestin bibin xwedî xanî ji sedî 25 peşînatê wan dan şîrketa ku dê avahiyan çêbike û niha serî li darazê dide.
Li Amedê 4 sal berê Projeya Avahiyên Çiyayê Kirklarê dest pê kir û malbatên xwestin bibin xwdî xanî ji sedî 25’ê peşînata xanî dan mexdur bûn. Malbat niha diçin dadgehê. 70 malbat ji bo ku dozê vebike wekaleta xwe dan Yusuf Guneş. Projeya ku wek Avahiyên Çiyayê Kirklarê ket meriyetê û ji aliyê Avahiya Anadolu Aslan ve çêkirin wan despê kir, nasandina wê bi kurdî û tirkî hat kirin. Lê fîrmaya mutehitiyê înşat di nêvî de hişt û reviya.
Înşakirina avahiyan li ser 70 donom erd ku wek projeya luks a avahiyan dihat nasîn û her wiha li Çemê Dîcle, Baxçeyên Hewselê û Pira Deh Derî dinêhêrt, destpêkir. Projeya xwedî qadeke înşatê ya 96 hezar metrekare bû, ji xaniyên teras û dubleks yên di navbera 1+1, 2+1, 3+1 a ji 53 û 212 metrekare de diguherî. Bûhaya metrekareya avahiyan jî ji hezar û 400 TL dan ber firotinê. Proje ji 140 daîreyî pêk dihat. Proje dê di qanûna 2012’an de bihata temam kirin. Lê fîrmayê înşat cide hişt û çû. Malbatên peşînata xanî dabûn, mexdur bûn.
70 malbatên mexdur ku xaniyên xwe firotin an jî kredî ji bankayê kişandin û pêşînata xanî dan, dixwazin an pereyê xwe şûnde bigirin an jî tapuya xwe.
70 malbatî wekaleta xwe da parêzer Yusuf Guneş. Hevkarê şîrketa ku dê avahî çêbikira Yarbayê teqawît Ufuk Soyler Subaşi wenda bû. Avahiyên nîvco mabûn Namik Kemal Avşar û Fatma Koyucu, Cahît Alkan çêkirina wan girtibûn serxwe.