Mêtingerî û dagirkeriya Tirk wê li PE’yê were axaftin

Di serî de operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, daxwazên wê yên mêtingriyê, perspektîfên çareseriyê yên Kurdan li Parlamentoya Ewropayê bi konferansekê wê were nîqaşkirin.

Konferans wê 28’ê Hezîranê çêbibe. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiye Hevwelatî (EUTCC), Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtûya Kurd a Brûkselê pêşengiya konferansê dikin. Çepgiriya Yekbûyî ya Ewropayê /Keskên Bakurî (GUE-NGL), Kesk û Tifaqa  Pêşverû ya Demokrat-Sosyalîst jî destekê didin.

 ‘VIZYONONA ÇARESERIYÊ YA KURDAN’

Di konferansê de siyasetmedar, akademisyen, hiqûqna û nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyê bi sernavên ‘’Dagirkeriya Tirk a li Efrînê’’, ‘’Akademiyên Kurd ji bo çareseriya demokratîk a derbarê krîza Rojhilata Navîn’ wê biaxivin.

Saet di navbeyna 09.30’an û 18.30’an de Seroka EUTCC Norwêçê Karîeanna  Westrhemîm,  Serokê Koma GUE/NGl Elmanya Gabî Zîmmer, Alîkarê Serokê Koma S&D ya Avûstûrya Josef Weîdenholzer, ji Kesk/Tifaqa Azad a Ewropayê Bodil Valero, ji Tifaqa Lîberal û Demokratak a Ewropayê (TBC ) Hîlde Vautmans û endama Meclîsan a herêma Parîsê Julîen Dray wê biaxivin.

DAXWAZÊN MÊTINGERIYÊ

Di beşê pêşî de wê ‘daxwazên mêtingeriyê’ ya Tirk were gotûbêjkirin. Di vî beşî de Hevserokê Konseya Rêveber a Federasyona Bakruê Sûriyê Foz Yûsiv, Serokê Enstîtuya Kurd a Parîsê Kendal Nezan, nûçegihan û parêzer Ferda Çetîn, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed wê biaxivin.

‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ’

Di beşê duyan de jî axaftvanên ji partiyên Ewropî wê bi sernavê ‘’Li bara êrîşên Tirkiyê bêdengiya civaka navnetewî, têkiliyên du alî yên YE’yê yên bi Tirkiyê û Rojhilata Navîn re’ biaxivin.

Di nav axaftvanan de Ana Gomes, Mark Demesmaeker, Costas Mavrîdes, Julîe Ward, Martîna Mîchels û Marî-Chrîstîne Vergîat hene.

JO BO DEMOKRATÎKBÛNÊ ŞERT Û TALOKEYÊN NÛ

Rûniştina sêyan jî bi sernavê ‘’Ji bo demokratîkbûnê şertên nû, arîşe û taloke’’ wê pêk were.

Di nav axaftinan de Eda Bektaş, Thomas Jeffrey Mîllet, Marîwan Kanîe, Kamran Matîn, Mustafa K. Topaş, Dr. Kamran Mentik , Munever Azîzoglu-Bazan hene.

Beşê dawî jî bi sernavê ‘’Li Rojhilata Navîn a dabeşbûyî fersendên demokratîk û Kurd’ wê pêk were.

Di vî beşî de ji beşa sosyolojiye yê zanîngeha Camrîdgeyê Dilar Dîrîk, ji Belçîkayê endamê Desteya Rêveber ê KNK’ê Refîk Gefûr û ji Elmanyayê ji weqfa zanîn û siyastê SWP’ê Arzû Yilmaz wê biaxivin.