Metîn Goktepe li ser gora xwe hate bîranîn
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di salvegera 21. a qetilkirinê de li goristana Kemer a li Esenlerê li ser gora xwe hate bîranîn.
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di salvegera 21. a qetilkirinê de li goristana Kemer a li Esenlerê li ser gora xwe hate bîranîn.
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, ku di 8'ê Çileya 1996'an de dema li nû nûçeyê bû ji aliyê polîsan ve hat kuştin, di salvegera 21. a qetilkirinê de li goristana Kemer a li Esenlerê li ser gora xwe hate bîranîn.
Di bîranînê de dayika Goktepe Fadîme Goktepe, Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, xebatkarên rojnameya Evrenselê û gelek rojnamevan amade bûn.
Girseya gel dirûşmên "Em hemû Metîn in", "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne" û "Metîn namirin, Evrensel bêdeng namîne" qîriya.
Piştî axaftinên li ser gora Goktepe girseya gel qurnefîlên sor danî ser gorê û ji dawî li merasîmê anî.