Meşvan li Xana Axparê ne: Em xwedî li berxwedanê derkevin

Meşvanên Azadiyê gihiştin navçeya Xana Axpar û peyama “Werin, em bi hev re xwedî li vê berxwedanê derkevin” dan.

Meşa Mezin a Azadiyê ku 1’ê Sibatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja 12’an de ji du baskan ve dewam dike. Baskê meşê yê Wanê piştî navçeya Şemrex a Mêrdînê, gihişt navçeya Xana Axpar a Amedê.

Meşvan li vir destpêkê çûn Keleha Zerzevanê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş li kelhê beşek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.

XANA AXPAR

Meşvan piştre derbasî navenda navçeyê bûn. Li vir gel bi dahol û zirneyan meşvan pêşwazî kirin. Piştre heta avahiya DEM Partiyê meş hate lidar xistin. Gelek kesan ji şaneşîna malên xwe, meşvan silav kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û aştî pêk were û got, "Îro bi sedan girtî li girtîgehan ji bo şikandina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Dayik di çalakiya Nobeta Edaletê de ne. Em vê Meşa Azadiyê bi hev re mezin dikin."

Halîde Turkoglû got, "Em hêviyê bi Meşa Azadiyê re mezin dikin. Silavên germ a ku me ji Serhedê aniye, em ê bigihînin Amedê. Werin em bi hev re xwedî li vê berxwedanê derkevin. Werin em tev bi hev re bêjin 'bila tecrîd rabe, aştî were vî welatî'."