Meşaleya şoreşê ya bi bedena xwe re tarîtiya 15'ê Sibatê ronî kir: Serpîl Polat

Endama rûmetê ya Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat a li Girtîgeha Sakarya dihat ragirtin, di sala 1999'an de cihê xwe di nava çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de girt.

Komploya di sala 1998'an de destpê kir û di sala 1999'an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi encam bû, gelê Kurd gelekî êşand. Li hemberî fermana mirinê ya li dijî Kurdan hatibû dayîn, gelê Kurd jî bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re dest bi berxwedaneke fedaî kir.

Bi xwedîderketina canfedaî li Rêberê Gelê Kurd re, di nava Kurdan de ruhekî neteweyî yê nû xurttir û kûrtir bû. Eger îro Kurd nikarin werin têkbirin, tevî hemû êşan jî li ber xwe dide, di vir de rola berxwedana fedaî û şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' heye.

Berxwedana fedaî ya hat wê rojê dihat meşandin, bi ruhê fedaî hat meyandin. Êş çiqasî giran dibe bila bibe, heta ku hebûna gelê Kurd bi temamî neyê parastin û azadî neyê bidestxistin, wê bi biryardarî û bi xurtî berxwedan bihata nîşandan.

HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN

Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd de, ji sala 1980 û pê ve çalakiyên protestoyî yên bi rengê xwe şewitandinê derket holê.

Ev çalakiyên ku weke nîşaneya berxwedanê tê qebûlkirin, di sala 1999'an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zexta hêzên navneteweyî re neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, veguherî rêbaza xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di wê demê de di serî de Yewnanîstan û Rûsya, ji ber ku gelek welatan Ocalan qebûl nekirin, van çalakiyan destpê kirin.

Piştî ku di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan hat revandin û anîn Tirkiyeyê, di serî de Mehmet Halît Oral ê li Girtîgeha Mereşê ragirtî, gelek kesan ji bo şermezarkirina vê yekê bedena xwe dan ber agir û di nava demeke kurt de şewitandina bedena xwe mîna çalakiyeke protestoyî li her derê belav bû.

Di hefteya destpêkê ya radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re de, Zehra Çelîk a 11 salî jî di nav de 63 kesan bedena xwe dan ber agir. Di heman demê de piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê derket gelek kesan xwe şewitandin.

Di 17'ê Mijdara 1998'an de Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jêhat) li ber Dûma ya Rûsyayê bi şiyara "Em li dora Ocalan bibin xeleka ji agir. Hûn nikarin roja me tarî bikin" ev çalakî lidar xistin.

Navê van çalakiyên xwe şewitandinê bû "Hûn nikarin roja me tarî bikin."

MEŞALEYA ŞOREŞÊ YA BI BEDENA XWE RE TARÎTIYA 15'Ê SIBATÊ RONÎ KIR: SERPÎL POLAT

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi sed hezaran Kurd rakir ser piyan. Çalakiyên lenetkirina komploya naneteweyî û mehkûmkirinê, li her qadê derketin asta herî bilind.

Li Tirkiyeyê jî, endama rûmetê ya Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat a li Girtîgeha Sakarya dihat ragirtin, tevî ku di nava mercên ragirtinê de bû jî bersiveke şoreşgerî da radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re.

Endama rûmetê ya Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat di 17'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Sakaryaye bedena xwe da ber agir û bersiva şoerşgerî da komplogeran û tarîtiya 15'ê Sibatê.

Şoreşgereke dîl girtî, ji bilî berxwedana bi bedena xwe re li dijî faşîzmê û êrîşên li hemberî gel û şoreşger dikare çi bike?

Serpîl Polat, hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên li dijî rêberên şoreşger û sosyalîst veguherand çalakiyê û di nameya xwe ya beriya çalakiya xwe nivîsandî de wiha digot:

"Emperyalîzm û olîgarşiyan, di şexsê Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan de li hemberî gelan b taybetî li hemberî gelê Kurd êrîş kirin. Ez van êrîşan şermezar dikim û dibêjim Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan nabe ku were darizandin. Hêrsa xwe ya mezin bi agirê di nava bedena xwe re dikim yek û amadekariyê dikim ku vê hêrsa xwe li hemberî dijmin verişim."

Serpîl Polat, li hemberî hewldanên qelskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, di 17'ê Sibata 1999'an de bersiveke şoreşgerî da.

Di ser çalakiya fedaî ya Serpîl Polat re 17 sal derbas bûn. Û di nava van 17 salan de Serpîl Polat bi gelek rengên cuda ji nû ve afirî, jiya û dijî.