Meşa xwendekaran rastî êrîşê hat

Meşa xwendekaran rastî êrîşê hat

Meşa Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ya ji bo şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan pêk hat rastî êrîşa polîs, peywirdarên ewlehiyê yên taybet û nijadperestan. Piştî êrîş li zanîngehê bûyer derketin.

Xwendekarên welatparêz,demokrat û şoreşger ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin şevê din li kampusa zanîngehê hatin cem hev û ji bo têkoşerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan meşeke li dar xistin. Peywirdarên ewlehiyê yên taybet pêşiya meşê girtin lê xwendekar ji bendê derbas bûn û dest bi meşê kirin, lê vê carê li êrişa bi keviran a hêzên ewlehiya taybet hatin. Piştî xwendekaran jî bersiva da li kapmusê bûyeran dest pê kir û hêzên çewîk û polîsên sivîl jî tevlî bûyeran bûn.

Polîsa bi gaza îsotê û ava şid mudaxele li xwendekaran kir. Xwendekar jî ber bi sûka Olbîa ve meşiyan û sloganên "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Li vir jî komek nijadperest xwest êrîşê li xwnedekaran bikin. Piştî xwendekaran bersiva wan de kom ji kampusê dûr ket. Piştî demekê xwendekaran li vir slogan berz kirin ji kampusê veqetiyan.