Meşa ‘Rojava silav bike’ ya Almanyayê bi dawî bû
Meşa ‘Rojava silav bike’ ya Almanyayê bi dawî bû
Meşa ‘Rojava silav bike’ ya Almanyayê bi dawî bû
Ji bajarê Darmstadt a Almanyayê berbi bajarê Ludwîgshafen bi şîara ‘Em Şoreşa li Rojava silav dikin’ meşa du rojan pêk hat.
Roja yekemîn bi 50 kesî ji qada Luîsenplatz a Darmstadtê meşê dest pê kir û ciwanê 20 kîlometre çûn roja duyemîn li bajarê Worms qada Barbarossa civiyan.
Polîsan bi hicneta ewlehiyê hemû welayît lêgerîn kir. ciwanên ku hejmara wan nêzî 80 bû bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. ji gundê Bobenhîm-Roxheîm derbas bûn û gihiştin navçeya Frankenthal. Li wir rastî provakasyon du nîjadperestên tirk hatin.
JI POLÎSÊ ALMAN CEZAYA KOLYEYÊ
Peywirdarên meşê û polîsan pêşî li bûyeran girt. piştî buyerê ciwan nîv saetê rawestiyan. Pitre polîsan kontrola nasnameyê kir. ciwanekî kurd ji ber kolyeya ku KCK sembolîze dikir hat cezakirin.
Ciwan berbi bajarê Ludwîgshafen ketin rê. Çalakgeran provakasyon piştguh kir û bi coşeke mezin meşa xwe pêk anîn. Belav hatin belavkirin û bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.
Dirûşim hatin gotin, sirûda “Ey Reqîp” hat xwendin. Meş li ber Komeleya Çanda Kurd bi dawî bû.