Meşa piştgiriya Rojava ya ciwanên Kurd dest pê kir

Meşa piştgiriya Rojava ya ciwanên Kurd dest pê kir

Ciwanên Kurd ên li Ewropay ê dijîn, bi armanca piştgiriyê bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest bi meşek dirêj kirin. Ciwanan di meşê de alên PYD û YPG’ê hildan û dirûşimên weke “Bijî Berxwedana YPG’ê” qêriyan.

Meşa ciwanan a bi armanca piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê ji başarê Darmstat a Almanyayê des tpê kir. Derdora 50 ciwanên ên ku piraniya wan ji bajarên Mannheim, Frankfurt û derdora wê ne beşdarî meşê dibin.

Meşa ciwanên Kurd bi sîrûda “Çerxa Şoreşê” û rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha ciwanan tîşortên ku alên YPG û nivîsa “Em berxwedana Rojava silav dikin” li ser nivîsandine li xwe kirin.

Her wiha ciwanên Kurd li pey pankarta li ser wêneyê Lewend Qamişlo yê ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest da, Fermandarê efsanewî yê Kurd Mahsun Korkmaz (Egîd) û Xebat Dêrik li ser hene û li ser nivîsa  bi Almanî ya “Em piştgiriyê didin şoreşa Rojava” dimeşin. Di meşê de posterên Ocalan, alên PYD û YPG’ê hatine hilgirtin.

Ciwan li ber stranan dirûşimên bi Almanî “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Aşitî” û “Bijî YPG”, “Bijî Berxwedana YPG’ê” diqîrin.

Meşa ciwanan dê îro bigihe gundê Nordheim ê li nêzî bajarê Wormê. Di roja diwemîn de jî dê ji bajarê Wormsê bimeşin komeleya Kurdan a a Ludwigshafenê.

Ciwan derbarê meşa xwe de belavok belav dikin û meş didome.