Meşa Luksembûrg-Strasboûrgê di roja 7. de ye

Meşvanên ku duh gihîştin bajarokê Loûpershoûse yê bajarê Moselle, wê îro berê xwe bidin bajarê Sarre-Ûnîon ê li herêma Bas-Rhînê.

Meşa Dirêj a 76 şoreşgerên enternasyonalîst ên ji welatên cuda, ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" tê lidarxistin, di roja 7. de ye. Meşvanên ku duh gihîştin bajarokê Loûpershoûse yê bajarê Moselle, wê îro berê xwe bidin bajarê Sarre-Ûnîon ê li herêma Bas-Rhînê.

Meşvan di nava 6 rojan de bi qasî 165 kîlometreyan meşiyan û duh êvarê xwe gihandin bajarokê Loûpershoûse. Tevî çalakgerên ji şoreşgerên Elman, Fransayî, Îngilîz, Baskî, Spanyayî, Katalan, Portekîzî Broton, Sûdanî û ji gelek welatên Latîn Amerîkayê, her wiha 15 rêveberên saziyên Kurd ên li Ewropayê jî dimeşin.

Kurdistaniyên li bajarên Metz, Saînt Avold û Nancy yên Fransayê û eyaleta Saarland a Elmanyayê, rojane piştgiriyê didin çalakgerên Meşa Dirêj û bi wan re dimeşin.

Di dema bêhndanê de çalakger danê êvarê semîneran û civînan lidar dixin û bi vî rengî nêrînên xwe bi hev re parve dikin. Şoreşgerên ji welatên cuda, dibin mêvanên Kurdistaniyan û gelê Kurd ji nêz ve nas dikin.

ÇALAKGERA JI BASKÊ: EM PÊ DIZANIN, KU EV MEŞ DÎROKÎ YE

Çalakgereke jin a ji welatê Baskê tevlî Meşa Dirêj bûye, da xuyakirin ku tevî zor û zehmetiyên fîzîkî jî ew bi bawerî û biryardariyeke mezin çalakiya xwe didomînin.

Çalakgera ji Baskê anî ziman, hemû enternasyonalîstên Meşa Dirêj pê dizanin ku ew di nava 'Meşeke dîrokî' de ne.

Çalakgerê da zanîn, têkoşîna azadiyê ya Kurd ev demeke dirêj e li welatê Baskê deng vedide û ragihand, pirsgirêkên Kurdistan û Baskê dişibin hev, lewma gelên van her du welatan nêzî hev in.

JI BO MEŞ Û MÎTÎNGA 11'Ê SIBATÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HAT KIRIN

Şoreşgera bi navê Yvonne ya ji Elmanyayê tevlî meşê bûye, bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan ji bo tevgera jinê.

Yvonne bibîr xist, 76 kesên ji gelên cuda tevlî meşê bûne û ew li ser mijarên; Tevgera Jinê, rêxistinkirina piştgiriya navneteweyî û têkoşîna hevpar radiwestin.

Şoreşgera Elman işaret bi girîngiya meş û mîtînga 11'ê Sibatê ya li Strasboûrgê kir û destnîşan kir, nabe ku lîderê tevgera azadiyê Ocalan dîl girtî be. Yvonne ji bo meş û mîtînga şermezarkirina komploya navneteweyî banga tevlîbûnê kir.