'Meşa Luksembûrg-Strasboûrgê bi biryardariyeke mezin didome'
Meşa Dirêj a bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ji Luksembûrgê dest pê kir, di roja 8. de ye. Çalakî bi baldarî û biryardariyeke mezin dewam dike.
Meşa Dirêj a bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ji Luksembûrgê dest pê kir, di roja 8. de ye. Çalakî bi baldarî û biryardariyeke mezin dewam dike.
Ji amadekarên çalakiyê Songul Karabûlût meşa dirêj nirxand û bal kişand ser biryardariya meşvanan û eleqeya gelê Fransayê.
Karabûlût da xuyakirin, ku çalakgerên di 1'ê Sibatê de dest bi meşê kirin û wê di 10'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin, xwe gihandine armanca xwe ya hejmarî û bibîr xist, zêdeyî 70 enternasyonalîstên dostên Kurdan ên ji 19 welatên cuda û nûnerên 15 saziyên Kurd di meşê de cih digirin.
Karabûlût destnîşan kir, ku ev yek jî ji aliyê temsîliyetê ve gelekî girîng e û got, "Di warê tevlîbûna mirovên ji gelek neteweyan de, temsîliyeteke berfireh heye."
MEŞVAN BI BIRYAR IN
Endama Komîteya Amadekar Songul Karabûlût bal kişand ser biryardariya meşvanan û wiha dewam kir: "Li aliyê din, di serî de hevalên ciwan haya hemû meşvanan ji hemû zor û zehmetiyan heye û bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Her çend lingê çalakgeran dêşe jî, ev rewş ne asteng e. Çalakger bi biryardarî dimeşin."
GELÊ FRANSAYÊ JI SALÊN BIHURÎ BÊHTIR BI BALDARÎ ÇALAKIYÊ DIŞOPÎNE
Karabûlût da zanîn, ji Luksembûrgê û vir ve ew li derve û nava gelek bajaran meşiyan e û li gorî salên bihurî, eleqeyeke zêdetir ji bo wan hatiye nîşandan. Karabûlût got, "Mînak; li her cihên em jê derbas bûn, belavokeke me jî li me nehat vegerandin. Hevalên belavokan belav dikin, eleqeyeke mezin dibînin."
Songul Karabûlût anî ziman, li herêma Lorraînê ya meş lê tê lidarxistin, Kurd jî xwedî li çalakgerên enternasyonalîst derdikevin.
Endama Komîteya Amadekar Songul Karabûlût got, "Kurdên li herêmê dijîn, bi xurtî xwedî li çalakgeran derketin, ew kirin mêvanê xwe. Ev yek bandoreke mezin li wan jî dike. Dibe ku çalakiyên bi vî rengî gelekî dîtine, lê belê pêşwazîkirina mirovên ji gelên cuda ji bo wan cudahiyek e. Meşvan ji vê rewşê kêfxweş in. Cihê kêfxweşiyê ye ku ji gel û çandên cuda mirov bi hev re dimeşin. Tevî ku zimanê hevpar Îngilîzî ye jî, mirovên bi zimanê hev dizanin, bi hev re daxivin, danûstandinan dikin."
JI BO MEŞA 11'Ê SIBATÊ YA ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BANGA TEVLÎBÛNÊ HAT KIRIN
Songul Karabûlût herî dawî ji bo meş û mîtînga 11'ê Sibatê ya li Strasboûrgê, ku wê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Karabûlût destnîşan kir, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê mîna her salê, îsal jî sekneke zelal li dijî komployê nîşan bidin û bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' ên ji gelên cuda jî kir, ku di 11'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin.
Çalakgerên ku heta duh êvarê bi 190 kîlometreyan meşiyan, wê danê vê sibehê ji bajarokê Sarre-Ûnîon ji nû ve dest bi meşê bikin. Çalakger wê bi 28 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin bajarê Phalsboûrgê.