Meşa Lozan-Cinêv: Li Efrînê ne desthilat wê gel bi ser bikeve

Beşa duyemîn a meşa dirêjê a ji Lozanê heta Cinêvê bi gerandina govenda azadiyê ve bi dawî hat. Di tevahiya meşê de peyama “Li Efrînê ne desthilat wê em gel bi ser bikevin.”

Bi hezaran meşvanên azadiyê yên ji pêkhateyên gelên cuda di tevahiya rojê de bi yek dengî dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.

Meşvanên meşa dirêj a Lozan-Cinêv a bi armanca protestokirina Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga rawestandina êrîşên dagirkirinê ya li NY’yê hate organîzekirin roja duyemîn li pey xwe hişt. Nêzî hezar kesên ku di nav de 200 enternasyonalîst û ji 82 sazî û rêxistinên ji welatên cuda cuda meşa Lozan-Cinêv dayî destpêkirin, roja duyemîn bi coşeke mezin bidawî kirin. Beşa duyemîn a meşa dirêj a saetên sibê ji bajrê Morges ê Swîsreyê destpê kir di nava rojê de piştî meşa 20 km û şûnde di saetên şevê de bi gerandina govenda azadiyê ve meşa xwe ya vê etabê bi dawî kirin.

 ‘WÊ NE DESTHILAT EM Ê BI SER BIKEVIN’

Hezar meşvanên ku bi pankartên “NY’yê êrîşên li ser Efrînê bidin rawestandin” û” Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re sitatû” gav bi gav ber bi Cinêvê ve dimeşin peyama “Wê ne desthilat, em gel wê bi ser bikevin” dan. Meşvanên meşa dirêj di tevahiya rojê de bi rengên xwe yên cuda cuda nîşana berxwedanê nîşan dan ji bo desthilatdaran ev “Efrîn ne tenê bajarekî Kurdistanê ye, Efrîn hêviya tevgerên şoreşger ên cîhanê ne. Li hemberî hêviyê tu kes bi ser nakevin” peyam da.

Meşa ku di tevahiya rê de ji aliyên welatiyên derdor ve bi çepikan hatin piştgirîkirin, bi belavokên bi zimanên cuda bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê. Meşvanên meşa dirêj di tevahiya rojê de bê rawetan dirûşmên “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî berxwedana Efrînê” li kolanên bajêr deng vedan.

WESTAN NÎNE, BERXWEDAN HEYE

Tevî westana zêde ya meşê jî di her navbera bêhnadanê de jî meşvanan tim bi bi stran û sirûdan govend gerandin, coşa wan hêjayî dîtinê bûn. Dîsa meşa ku ev du roj in dewam dike tim dirûşma “Efrîn ne bi tenê ye” hate qîrkirin. Bal kişandin ser berxwedana jin û zarokên Rojava ya li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyê wê.