Meşa Dirêj a Lûksembûrg- Strasboûrg bi coşekî mezin didome
Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya Kurdan û dostên wan ku di 1’ê Sibatê de li Lûksembûrgê destpê kiribû di roja 5’emîn de ye.
Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya Kurdan û dostên wan ku di 1’ê Sibatê de li Lûksembûrgê destpê kiribû di roja 5’emîn de ye.
Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya Kurdan û dostên wan ku di 1’ê Sibatê de li Lûksembûrgê destpê kiribû di roja 5’emîn de bi hemû coşa xwe didome.
Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya Kurdan û dostên wan ku di 1’ê Sibatê de li Lûksembûrgê destpê kiribû di roja 5’emîn de ye.
Îro di saetên sibehê de çalakvanên li xala bêhnvedanê ku şevê lê derbas bikin li gundê Landremontê kom bûn , ber bi bajarê Saînt Avold a ku wê şeva xwe li wir derbas bikin ve ketin meşê.
Di meşê de li gel şoreşgerên ji welatên mîna Fransa, Îspanya, Katalon, Portekîz, Îngîlîstan, Elmanya, Hollanda, Şîllî, Arjantîn û Ûrûgaya nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa jî hene.
Tevî barana zêde û hewaya sar jî li gel Kurdên ku hatine pêşwaziya meşvanan li gel wan meşiyan, ber bi bajarokê Faûlqûemontê ku wê navbera meşê bidin û xwarinê bixwin ve ketin rê. Meşvan li vir ji aliyê welatparêzên Kurd ve hatin pêşwazîkirin, piştre ber bi Saînt Avoldê ku wê şeva xwe lê derbas bikin ve ketin rê.
WÊ BI RÊVEBERÊN ŞAREDARIYA SAÎNT AVOLDÊ RE BICIVIN
Di nava van saetan de çalakgeran di navbera bajarokên Faûlqûemont û Saînt Avold re derbas dibin, îro bi giştî 30 kêlometre meşiyan.
Dema ku meşvan gihiştin Saînt Avold a ku hêjmarekî zêde Kurd lê dijîn, tê payîn ku li salona ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye amadekirin wê bi gel re bicive.
Her wiha komek li ser navê meşvanan jî wê heyetek li ser navê Şaredariya Saînt Avoldê re jî bicivin.