BI DÎMEN

Meşa dirêj a li Mannheîmê destpêkiri di roja 3. de ye

Meşa dirêj a ciwanan ku li Mannheîmê dest pê kirî di roja 3. de didome.

Meşa dirêj a ciwanan ya bi şîara 'Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, jiyanê azad bike' ku di 5'ê Sibatê de li Mannheîmê dest pê kirî,  duh di bin êrîşên giran de meşa xwe pêk anîbûn. Ciwan duh 26 kîlometre meşiyan û gihiştin Bruchsal’ê.
 Vê sibê ciwan li meydana Ernst-Bickle abruchsalê li hev kom bûn û meşa wan di roja 3. de ye. Meşa ku bi çoşeke mezin û dirûşmeyan dest pê kirî, bi çavdêriyeke zêde a polîsan dewam dike. Nêzîkî 200 polîs, 30 minibûsên polîsan, 3 hesp û bi dehan wesayîtên polîsan ciwanan dişopînin.

ÊRÎŞA FAŞÎST HAT ŞİKANDİN

Ciwanên ku li Bruchsal'ê govend gerandin, dema ku malbatên welatparêz belav dibûn û ciwan li wir  bûn faşîstan xwestîn êrîşekî bikin. Ciwanên Kurd yên ku ji 30 kesan pêk dihat, êrişa faşîstan bi xweparastinê bersiv dan. Berxwedanan ciwanan êrîşa faşîstan têk bir. Di bûyerê de direngmayîna mûdahaleya polîsan jî bal kişand.

ARMANC  KARLSRUHE

Armanca îro ya ciwanan bajarê Elmanya Karlsruhe. Piştî ku ciwan wê 25 kîlometreyan bimeşin wê saetên êvarê xwe bi gihînin Karlsruhe. Ciwan wê êvarê tevlî merasîma bîranîna şehîdên Cizirê bibin ku di şexê Mehmet Tunc de wê werin bibîranîn. Bername ji aliyê Navenda Gel a Kurd ve tê organîzekirin.