Meşa Dirêj a li Lûksembûrgê di roja 4. de ye
Meşa dirêj a li Lûksembûrgê destpêkirî didome. Partiya Sosyalîst a Fransayê piştgirî da meşa çalakgeran.
Meşa dirêj a li Lûksembûrgê destpêkirî didome. Partiya Sosyalîst a Fransayê piştgirî da meşa çalakgeran.
Meşa Dirêj a bi şîara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû' ku bi tevlîbûna dostên Kurdan û Endamên Saziyên Kurdan di 1'ê Sibatê de li Lûksembûrgê hatî destpêkirin li rexmê baranê beşa 4'mîn didome. Çalakgeran şeva xwe li salona Sporê ya ji aliyê Şaredariya Talange ve hatî amadekirin derbas kir. Ji aliyê Komîteya Amadekar a Meşê ve, civînek li ser meşa 3'ê rojan hat lidarxistin û rewşa meşê hat nîqaşkirin. Di civînê de li gorî encama derketî hole ji derveyî pirsgirêkên biçûk meşa ku hatî organizekirin dewam dike.
Serê sibehê çalakgerên ku ji bajarê Talange ketin tevgerê 32 kîlometre wê bi meşîn û xwe bi gîhînin bajarê Landremont'ê. Di roja 4'an de wê mesafeyak qasî 107 kîlometreyan paş xwe de bihêlin. Îşev wê Kurdistanî çalakgeran li malên xwe bikin mêhvan. Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar ji bo ku diyaloga bi gel re pêşvetir bidin serdana wiha wê baş be.
MAZECHAL: BAWERİYA ME HEYE EM Ê SERBİKEVİN
Çalakgeran navbera xwarinê dan û serdana Nûnerê Partiya Komûnîst a Fransa yê Jackues Mazechal kirin. Mazechal diyar kir ku ew li gel gelê Kurdin û wiha got: "Baweriya min heye ku ev tevgera Kurdan û bi çalakiyên wiha yên deng derxistinê wê serbikevin. Her çiqas bi şêweyekî fîzikî em ne li gel we bi meşîn jî bi dilê xwe em li gel wene."
Jİ PARTİYA SOSYALÎST A FRANSAYÊ PİŞTGİRÎ
Federasyona Mozel a Partiya Sosyalîst a Fransayê bi belavkirina belavokan piştgirî da Meşa Dirêj.
Di belavokan de bal hat kişandin ser êrişên li ser HDP'ê û mûxalifên din ên li Tirkiyê. Li aliyê hat diyarkirin ku bi girtinên siyasetmedarên HDP'ê, dixwazin bi van êrîşan Tevgera Kurdan bi fetisînin. Her wiha di belavokê de bang li Ewropa û hêzên navnetewî hat kirin ku dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û wiha hat gotin: "Partiya me bi şêweyekî aktîv, li gel gelê Kurd û Meşa dirêj xwedî derdikevin û piştgirî dikin. Ev tekoşîna gelê Kurd a mafdar e, em li gel gelê Kurd cih digrin."