Meşa Dirêj a li Londonê bi mîtîngekê qediya

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11'ê Sibatê de li herêma Croydon a paytexta Îngilîstan Londonê dest pê kir, roja 12'ê Sibatê bi mîtîngek li ber avahiya Serokwezaretiyê qediya.

Di Meşa Dirêj a du rojan de, ku bi dirûşma "Serokr Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, jiyanê azad bike" hate lidarxisitn û di mîtînga piştî meşê de bi sedan kes amade bûn. Di çalakiyê de bi zimanên Îngilîzî dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" û "Bijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan" hatin qîrîn.

Meşvanan pira Westmînîster a li navenda Londonê girtin.

Di roja duyemîn a Meşa Dirêj de alîgirên AKP-MHP ên faşîst hewl dan provokasyonê bikin.

Bi helwesta berpirsyarî ya Kurdistaniyan û bi destwerdana polîsan re pêşî li vê provokasyonê hat girtin.