'Meşa Dadmendiyê' kete roja 13'an

'Meşa Dadmendiyê' îro kete roja 13'an. Malbatên Geziyê û xizmên jinên ku hatine kuştin jî li meşê hazir bûn.

'Meşa Dadmendiyê' kete roja 13'an. Di meşa îro de malbatên Alî Ismaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Berkîn Elvan ên ku di Berxwedan Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn û Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' di meşê de hazir bûn. Jinan dowîzên 'Ji bo jinan dadmendî' hilgirtin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû axaftineke kurt kir û got, "Em îro xatirê xwe ji diyarê Koroglû dixwazin. Em slavên xwe li Koroglû dikin. Em ên ku weke Koroglû ne slav dikin."

Tê payin ku îro meşvan bi 22 kîlometreyan bimeşin.