Meşa ber bi Agosê destpê kir
Meşa ber bi Agosê destpê kir
Meşa ber bi Agosê destpê kir
Bi hezaran kes bi armanca bîranîna 6’mîn sala qetilkirina Hrant Dînk bi sloganên “Em li virin, Ahparing” ber bi Rojnameya Agos meşê destpê kir.
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agos Hrand Dînk di 6’mîn sala qetilkirina xwe de tê bibîranîn. Bi hezaran kesên li Şîşlî û Mecîdîkoyê kombûn, ji bo cihê Dînk lê hatî qetilkirina bibîrbînin ber bi Rojnameya Agosê ve dest bi meşê kirin.
Meşa îsal ji ber sedema Qada Taksîmê girtiye li Şîşliyê pêktê. Gelek kes li Qada Şîşliyê kombûn. Hevalên Hrant pankartên “Em hemû Hrantin, em hemû Ermenîne. Em li virin Ahparin” vekirin, her wiha bi gelek zimanan dowîzên “Em hemû Ermenîne, em hemû Hrantin”, “Em li virin, Ahparing” hilgirtin.
Bi dirêjahiya meşê stranên Ermenîkî têne gotin. Di korteja destpêkê de hevjîna Dînk, Rakel Dînk, Keça Dînk Delal Dînk û birayê wî Osrof Dînk, her wiha dayîka leşkerê Ermenî yê bigûman hate kuştin Ani Dalikçi cih girt. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahet Tuncel, Serokên Giştî yên ODP û SDP’ê û endamên ESP’ê li gel hevalên Dînk bûn.
Dema ku girse di demjimêr 15.00’an de giha Rojnameya Agosê dê program deqîqeyekê rêzgirtinê destpê bike.
LI BER ROJNAMEYA AGOS
Li ber Rojnameya Agosê jî heskiriyên Dînk kombûne. Li pencereya Rojnameya Agos pankarta “Em li virin Ahparin 6’mîn sal” hilawistin. Qerefîl danîn cihê ku Dînk hatiye qetilkirin, weke din jî fîgurên kevokan yên ku diltirsiya Ermeniyan sîmge dike hatine danîn. Nivîsa “Şer felaketê, aşitî jî edaletê tine. Aşitî di şibe rojê, her cihî û her tiştî vedibêje.” Hate nivîsîn. Weke din li ber Agosê pankarta “Heta em nebêjin xilas bû ev doz xilas nabe” hate hilawistin. Li vir jî lorînên Ermenîkî bilind dibin.